ArşîvÇalakîNûçe

Bi hezaran şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser malên sivîlan şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên Kobanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser malên sivîlan şermezar kirin, ji ber êrîşa dawî ya doh a li ser malekê. Û tekezî li ser şopandina rêya şehîdan  îro  xwepêşandana  kirin.Doh, danê êvarê, balefirek bê mirov a Tirkiyê malek li rojhilatê bajarê Kobanî kir armanc, ku di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 6 welatiyên din jî bi giranî birîndar bûn.Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser bajarê Kobanê xwepêşandanek girseyî pêk anîn.Xwepêşandan ji Meydana Azadî ya navenda bajêr destpê kir û gihişte cihê hedefgirtina li rojhilatê bajarê Kobanê li Taxa Şehîd payman, şermezarkirina xiyanet û sîxuriyê.Piştî gihiştina xwepêşanderan ji cihê armanckirinê, beşdaran deqeyek rêzgirtin ji ruhê şehîdan re girtin, piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li herêma Firatê, hevseroka desteya werzêşê a ciwanan Xunav Xelîl axaftinek kir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.Xanef Xelîl got, “Êrîşên bi vî rengî wê îradeya gelê herêmê û ciwanan neşikîne, îradeya wan a ji bo temamkirina meşa şehîdan û mezinkirina pêngava têkoşînê mezintir dike.”Di dewama axaftina xwe de wiha got: “Heta serkeftinê û têkbirina Partiya AKP ya faşîst, têkoşîna xwe bidomînin û tola şehîdan hilînin û li gorî nêzîkatiya Rêber Abdullah Ocalan tevbigerin.”Her wiha îxaneta PDK’ê û sîxurên  wê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got, “Ciwan wê li hemberî xiyanetkaran rawestin û ji bo bidawîkirina wan bi temamî bixebitin.”Xuanv Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê û ciwanan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin û wiha got: “Ji ber ku ciwan bingeha civak û şoreşê ne, lewma bi taybet tên hedefgirtin.

 

Back to top button