ArşîvDaxuyanî

Meclîsa malbatên şehîdan bang li tevahî gelê kurd dikin ku rewşa seferberî li dijî komployan raghînin

îro 19/4/2022’an meclisa malbatên şehîdan û bi dehan dayikên gêrila ,şehîdan daxuyaniyek li pêşiya navenda saziya malbatê şehîdan  dan daxuyanî ji bo dîwarê ku li şengalê tê lêkirin.

Daxuyanî ji bo raya giştî

Em bi xembarî rojane bûyerên ku li derdora me  diqewin dişopînin, ew bûyerên ku bi  riya komployan dixwazin vîna gelê kurdistanê têk bibin, faşîzma dewleta tirk her dem hewldide bi tevahî hêza xwe tune bike. deskeftiyên gelê me

Ev operesyona herî dawî ku li dijî çeperên gerîlayên azadiyê li başurê kurdistanê û bi hev kariya partiya demokratîk kurdistanê PDK û bi hêzekî hewayî û maşînekî leşkerî ya kujer ku daye destpêkirin, di heman demê de destê xwe di  xwîna bi dehan kes û gerîlayên azadiyê de heye.

Hem wextî van kiriyaran hemiyan, di nava li hevkirinekê ye bi riya hevpeymanên veşartî bi hukumeta EL KAZÎMÎ ya Îraqî re, ji bo ku dest bi êrîşekî hevbeş bikin  bi ser şengalê de û vîna gelê me tune bikin.

Em bûyerên ku rûdidn li derdora me  bi lez di ber çavan re derbaskin û bixwînin, 100 sal li ser komploya navdewletî  li ser gelê me bi riya hevpeymana saykês bîko re derbas dibe ev hevpeyman ku gelê kurd ji mafên wan yên rawa mehrûm kir,ji bo ku welatekî netewî ji bo xwe avabikin mîna tevahî gelên heremê, baş hat diyarkirin ku di sedsala 22 an de, ji aliyê  hêzên hegemonîst ve ku û bi riya nexşe riyên ku didin çêkirin, her dem dixwazin ku gelê kurd bibe gelêkî penaber, bê cih û war bin,bi êşan re her dem rû be rû bimînin,kuştin, talan kirin, ev tişt tevahî li ber çav û guhên cîhana ker û lal ê ku bi mafê gelên bin dest napjrîne diqewimin.

Ji gelê kurd tevahî tê xwastin  ku rewşa seferberî raghînin,derkevin qada, êrîşên dewleta tirk ku dixwaze vîna gelê kurd bi riya maşînên kujer têkbibe,şermezar û lenet bikin, ew êrîşên ku ti encam li bermberî berxwdaniya gerîla bi dest nexistin, ew berxwedaniya  gerîla a ku mînak û destanênên herî şênber bûn ji bo cesaret û fedayîbûnê.

Dubare ev hevpeymanên ku tên çêkirin em lenet û şermezar dikin, ev hevpeymanên ku di navbera hukumeta EL KAZÎMÎ û dewleta tirk ku vîna gelê  me yên şengalê ji xwe re dike hedef, ew gelê ku dixwaze  birîna xwe derman bike û êş û azara ku kişandî bi deh salan, ji zulim, xemgînî, û fermanan, rizgar bibe, fermana herî dawî ku bi serê gelê şengalê de dahat, li ser destê daîşê ku  di bin navê îslamê de her tişt helal û rawa kirin, ji  hurmeta şengal û gelê wê ve, û kuştin û koçberî maf ji bo xwe dîtin, ev bûyer û hewldanên ku nu rû didin ji aliyê dewleta tirk û îraq û partiya demokratîk ve ji b oku bi ser tecrubeya pêşengtî û parastin û rêxistinkirina gel ku dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe di tevahî asoyan de, piştî ku hertim  bi kuştin û koçberiyê re ru be ru mabû.

Kiryarên ku HEŞDE EL ŞEİBÎ pê radibe cihê şermezarkirin û lenetê ye ji aliyê gelê kurd, yên ku li her dera cîhanê ne, ev kiryar wê encamên qirêj bi xwe re li ser giştî cîhanê  bîne,ji ber wê jî pêwîste ku hêzên siyasî ên kurdî ev berpirsyartiya dîrokî rakin ser milê xwe,û derfetê nedin ji bo ku rewşa şengal bikeve bin metrsiyê de jı ber wê bandora xwe li ser tevahî kurdistanê bike, armanca dewleta tirk û kesên ku destek didin wî ve diyare, dixwazin  ambargoyê li ser Rojava ferz bikin, û kurdistanê ji hev parçe bikin,ji bo ku bi hêsanî bibe nêçîra sıyseta wan a qirêj.nameya me wek malbatên şehîdan a herema cizîr ji bo gelê me yên şengalê ew e ku emê kêlî bi kêlî bi we re bin di yek çeper û mewzîyê de ji bo ku em mîrasa şehîdên xwe biparêzin, ji deskeftî û aramî, di heman demê de rizgarkirian cihên me yên pîroz ji destê zalimên ku di şexsê faşîzma toranî de li pêş e, di heman demê de pêkanîna xewna gelê kurd ji bo azadî û xweserîkirina xwe, di dawiyê de banga me ji tevahî hezkiriyên mirovahiyê re ye , ji bo alîkariya gelê me yê şengalê bikin  ku rê nedin ji bo komkujiyên dîrokî careke din di derheqê gelê me yê şengalê de pêk neyên. Ev gelê hezkiriyê aşîtiyê û li ser axa bav û kalên xwe dijîn. Em di wê baweriyê de ne ku vîna gerîla wê bi serkeve li beramberî hovîtiya erdoxan,û wek her tim ew ê parçeyên leşkerên xwe li pey xwe bikşînin û bermahiyên bêhêviyê lê diyar bibin, û weke ku her tim gerîla soz daye me wê biserbikevin.

 

 Bimire faşîzm û operesyona wê a qirêj

Bimire îxanet

Her bijî gerîla

Meclîsa jin a malbatên şehîdan a  Bakûr    û Rojhlatê sûriya

19.4.2022

 

Back to top button