AborîArşîvNûçe

Nesrîn Hesen: ” Dibêje Firên bi vî rengî çareserî ye ji bo peydakirina nan bi asteke mezintir

Di milê aborî de jinên li bajarê Reqayê pêşketineke berçav dibînînin, ji ber ku jinan xwe îspat kirin .

 

Ji aliyê aborî ve bi ketina kar û warên curbecur ve Berfirehkirina derfetên aborî ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji girîngtirîn qadên ku jinan xwe tê de pêş xistine.

Piştî pênc salên ji rizgarkirina bajarê Reqayê, em dibin şahidê pêşxistina xebata jinan û daxwaza jinan ji bo xebatê di çarçoveya projeyên aborî de yên  ku ji aliyê Komîteya Aboriya Jinê ve li ofîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqa û gundewarê wê hatin aktîvkirin. Jin di hemû astên pratîk û pîşeyî de û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîbûn xwe îspat bikin.

Di derbarê mijara pêșxistina aborî di vê dema dawî de li herêmên rizgarkirî de, Ya ku li ser prensîba aboriya koperatîf a ku beşdarî pêşkeftin û bicihkirina vê taybetmendiyê di nav civakê de dibe, berdevga komîteya  aboriya jin ya ofîsa jinên zenûbiya Nisrîn Hesen axifî û bal kișand ser prwistî û xwurtikirina kar.

Nisrîn Hesen tekez kir li ser pêwîstiya xebata jinan,Nisrîn got : 3ê firin hatine aktîvkirin ku di van  firnan de nanê sêlê ,nanê darnak û fetayirên curbecûr  yên bi taybet bi Reqayê tên cêkirin  ev firin li herêma keramê, xesaniyê û meșleb tê belav kirin .

Di van firnan de nêzî 12 de jinên ku kesek li wan xwedî dernakevin têde dixebitin .

Derbarê mekanîzmaya çêkirin û pijandina nan de jî Nesrîn diyar kir ku hevîr li gorî pêdiviyên pêwîst tê hevîrkirin û pijandin û kar di van firneyan de ji 7ê serê sibê des pê dike, heta 4ê piştî nîvrodewam dike da ku pêdeviyên xelkê bi cih bînin û çareserî ji bo peydakirina nan di vê krîza aborî ya ku herêm têre derbas dibe..

Back to top button