ArşîvDaxuyanîNûçe

Em dewleta Tirk ku li hemberî jin û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê şerekî dijwar dimeşîne, bi tundî şermezar dikin

rȇxıstın ȗ tevgerȇn jınan  yȇn Bakur ȗ Rojhılatȇ surıyȇ bêdengiya Koalîsyona Hêzên Navnetewî li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk qebûl nekırın

 

ȋro rȇxıstın ȗ tevgerȇn jınan  yȇn Bakur ȗ Rojhılatȇ surıyȇ lı pȇȘıya navenda netewȇn yek bȗyȋ rawestıyan da ku nameyekȇ radestȋ Un bıkın .

berıya ku nameya xwe radest bıkın deqeyek rȇzgırtın lı ser ruhȇ cangorıyȇn azadıyȇ rawestıyan

paȘȇ endama kordȋnasıyona kongra star Rȋhan Loqo name bı zımanȇ kurdȋ xwend ȗ bı zımanȇ erebȋ Fadıya ȋbrahȋm rȇveberıya komȋta jın a kantona QamıȘlo xwend

kesȇn ku name radestȋ navenda netewȇn yekbȗyȋ kırın  Corcȇt borsomo berpırsa yekȋtıya jınȇn suryan Șaha Xelȋl rȇveberıya kongra star a kantona QamıȘlo  Fadıya ȋbrahȋm rȇveberıya komȋta jın a kantona QamıȘlo ȗ Sȋham Emokȇ endama kordȋnasıyona jın ya Bakur ȗ Rojhılatȇ Surıyȇ .

nameyȇ wıha despȇ kır:

Ji Komîsyonerê Bilind a Netewên Yekbuyî li Sûriyê re,

Ji Hevpeymaniya Navneteweyî li dijî DAİŞ’ê,

Hevpeymana Yekbûyî yên Hêzên Karûbar – Tevgera Biryara Gehîn,

Ji Fermandariya Navendî ya Hêzên Rûs li Sûriyê re,

 

Dewleta Tirk, êvara 22’ê Tîrmeha 2022’an, li ser rêya Qamişlo bi balafira bêmirov a bi çek êrîşê seyareyekê kir û di encama vê êrîşê de 3 jinên berxwedêr şehîd xist. Ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê û heman demê Fermandara Giştî ya Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan ku tevlî Foruma Şoreşa Jin bûn, dema derketin, rastî êrîşa hovane ya dewleta Tirk hatin.

Dewleta Tirk her çiqas gefên xwe ji bo destpêkirina operasyoneke nû bi armanca dagirkirina axa me heya niha nekarî bicih bîne jî, bi taybet vê pêvajoya dawiyê êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê gurtir kiriye. Balafirên keşfê û yên bi çek rojane li ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku di bin kontrola Koalîsyona Hêzên Navnetewî û Rûsyayê de difirin û wek amûrên şerê asîmetrîk tên bikaranîn. Ev êrîşên dewleta Tirk sûcên şer pêk tînin.

Dewleta Tirk, bi şêwazeke sîstematîk û bi armanc mirovên sivîl, amûrên binesaziyên civakî yên wekî navendên av û elektrîkê û avahiyên çandî û olî hedef digire. Gund û warên sivîl bê hişyarî gulebaran dike û di encamê de mirovên herêma me, ji zarokan bigre heta pîr û kalan qetil dike, birîndar dike, malên wan wêran dike.

Heman demê têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin. Di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şerekî ku navê wî nehatiye danin, tê meşandin. Dewleta Tirk li gorî pênaseyên huqûqa şer a navnetewî roja me ya îro, şerekî bi gurahiya kêm li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Ev şer wekî şerê êrîşa yek-alî, bi armanca dagirkirina hemû axa herêma me û bidawî anîna projeya Civakeke Demokratîk a bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê pêkanîn.

Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên sîstematîk de, bi taybetî jinên pêşeng hedef digre. Jinên ku pêşengiya şerê li hemberî DAÎŞ’ê kirine û dikin, ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin. Ev bi zanebûn tê kirin. Dixwazin têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê lewaz bikin û heman demê pêşî li çareseriya demokratîk a ku jin pêşengiyê jê re dikin, bigirin.

Bi vê armancê roja 22’yê Tîrmehê ji pêşengên me yên hêza parastina jin Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan hedef girtin. Jiyan Tolhildan wek axaftvan tevlî Foruma Şoreşa Jin ku bi boneya 10. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat lidarxistin, bû û di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pêşxistina hêza xwe parastina jinan. Suîqesta li ser Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan, di rastiyê de bersiva rejîma Tirk a li hemberî serkeftina 10 saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pêşengiya jinê, bi taybet jî YPJ’ê di vê şoreşê ye.

Em dewleta Tirk ku li hemberî jin û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê şerekî dijwar dimeşîne, bi tundî şermezar dikin. Em bêdengiya Koalîsyona Hêzên Navnetewî li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk qebûl nakin. Jiyan Tolhildan heman demê weke Fermandara Giştî ya YAT’ê, di Fermandariya Operasyonên Hevbeş de cih digirt. Em li bendê ne ku Koalîsyona Hêzên Navnetewî bi gavên şênber pêşî li sûcên şer ên dewleta Tirk bigre û nehêle qada hewayî ku di bin kontrola wan de ye, ji bo êrîşên li dijî civaka me bê bikaranîn. Ji bo vê em daxwaz dikin ku, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji firîna her cure balafirên şer ên dewleta Tirk re bê girtin.

26’ê Tîrmeh 2022

Navȇn rȇxıstınan jȋ wıha ye

  1. Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
  2. Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê
  3. Partiya Demokratîk a Kurdistanê
  4. Partiya Kesk a Kurdistanê
  5. Kurdistan Liberal Union
  6. Partiya Yekîtiya Suryan
  7. Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê
  8. Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
  9. Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
  10. Partiya Elwîfaq a Demokrat a Kurd li Sûriyê
  11. Tevgera Reformê
  12. Partiya Mihafazakar a Demokrat
  13. Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê li Sûriyê
  14. Partiya Koalîsyona Niştîmanî
  15. Partiya Biratiya Kurdistanê
  16. Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
  17. Tevgera Nûjenkirina Kurdistanê
  18. Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
  19. Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
  20. Desteya Niştîmanî ya Ereban
  21. Yekîtiya Karkerên Kurdistanê
  22. Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê
  23. Partiya Nûbûn û Demokrat li Sûriyê
  24. Partiya Roj
  25. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
  26. Yekîtiya Jinên Ciwan
  27. Yekîtiya Jinên Parêzer
  28. Yekîtiya Jinên Mamoste
  29. Yekîtiya Rewşenbîran
  30. Mekteba Jin Di Kongra Civaka Îslam de
  31. Komîteya Jin Di Mala Êzîdiyan de
  32. Navenda Lêkolînên Jineolojî
  33. Weqfa Jina Azad
  34. Rêxistina Sara li dijî Tund û Tijî li hemberî Jinan
  35. Rêxistina Şawîşka
  36. Hîlala Zêrîn
  37. Tora Pêşengên Jin a Aştiyê
  38. Tora Demokratîk a Jinan
  39. Yekîtiya Jinên Êzidî li Efrîn
  40. Komîteya Jin di Rêxistina Mafê Mirovan a Cezîrê de
  41. Kongra Star
  42. Yekîtiya Jinên Suryan
  43. Kombûna Jin a Zenobya
  44. Meclîsa Jin li Şehba
  45. Koordînasyona Jin di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de
  46. Pêkhateya Çerkes li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
  47. Pêkhateya Çeçen li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
  48. Pêkhateya Turkmen li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
  49. Pêkhateya Keldan li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
  50. Pêkhateya Ermen li hundirê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
  51. Komîteya Jin a Meclîsa Kesk a Idlibê
  52. Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin
  53. Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava
  54. Meclîsa Jinên Sûriyê
  55. Komîteya Jin a Kongra Neteweyê Kurdistanê (KNK) Şaxa Rojava
  56. Mekteba Jin a Meclîsa Sûriyê Demokratîk
Back to top button