ArşîvÇalakîNûçe

Kongra Star li kobanê êrîșên Dewleta Tirk șermezar kir û berxwedana gerîlla û YJA STAR’ê silav kir

li Herêma Firatê Îroj Pêncşem Dîroka 11,8,2022 ji aliyê Kongra Star ve meşeke girseyî ku bi hezaran Şêniyên kantona kobanê û şêniyên herêma Firatê tevlî vê  meşê bibûn . ev meşê ji bo êrîşên  faşizma dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bû , meş ji Qada jina azad heyanî  Qada Şehîd( Egît) berdewam kir.Kesên ku Beşdarî meşê bûn ji hemî sazî û dazgeha rêverberiya xweser , Endamên Kongra Star, Meclisên komînan, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Meclisên malbatên Şehîdan, Ciwanên şoreşger, û herwekî din .Kesên Ku tevlî meşê bibûn Alên Kongra Star ,Meclisên Malbatên şehîdan , Wêneyên şehîdan û yên Rêbertî bilind kiribûn,û di heman demêde Fîlêksên bi durușmeyênwiha hatibûn xêzkirin :Bi tekoşîna Gelê şoreşger emê îxanet û faşizimê têk bibin,û di destên zarokan de jî fîlêksên ku wiha  li ser hatibon nivîsandin, bêdengiya we zarokan nekujin,û Bi siloganên bimre îxanet, bijî berxwedana YPG, bijî Rêbertî , şehîd namirin ta gihiştin QadaŞehîd Egît),piştî ku şênî gihiştin Qada şehîd Egît Deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê rawestiyan û piştre li ser nave Rêverberiya Kongra star ji aliyê Macîde Hesûn Axaftin hat kirin Macîde wiha axaftina xwe destpêkir ;di serîda berxwedaniya YJA STAR silav kir , her wiha êrîşên dewleta faşist a dewleta  Tirk li ser her çar parçeyê kurdistanê û bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê sûriyayê em nelet û şermezar dikin ji xwe  armanca  faşizma dewleta tirk  li vir  qurkirina gelê here mê ye  ji bo wêjî weke tevgera jin em li vir amadene  ku li hember van  êrîșan rawestin , ji xwe 22 nîsanê da ku çawa faşizma dewleta Tirk  berêxwe da  çiyan û li wir  bibin ket , careke din berê xweda gelê meyê Rojava bi taybet îro êrîşên ku li ser Qamişlo , Til rifet , Til temir ,ku heya roja îroj berdewam dikê ji xwe ku çawa faşizma dewleta Tirk li çiya bibin ket careke din jî wê bibin bikevê, û ew komkujiyê ku li ser asta Bakur û Rojhilatî suriyayê Ii ser asta herçar parçeyê kurdistanê ku da diyarkirin ji xwe ew êdî bibin ketiye ,bi vî awayî dixweze ku careke din  îradeya gelên kurd  ,dixwezê di şexsê jinda careke din da va helwestan bişkîninê di serîda ev êrêşên ku li ser her çarparçeyê kurdistanê têne jiyan kirin ,herwiha Macîda di berdewamiya axaftina xwede wiha got em nikarin tucarî tecrîda li ser Rêbertî qebûl  bikin ku çawa îroj li vir bi hezaran jinên Kurd ,Eereb,Suriyan , amadene û helwesta xwe didine diyarkirin careke din jî ,bi vî ruhî emê bi serkevin û wê serkeftin ya me be,meș bi durușmeyên bijî Rêbertî , bijî berxwedana jin , şehîd namirin jin jiyana azadî bijî berxwedana gerîla bi dawî bû.

 

 

Back to top button