ArşîvÇalakî

Li bajarê Qamişlo panêlek bi sernavê “Peyama olan di belavkirina aştiyê de”

Îro Meclîsa Jinên Olî ya Konferansa Îslamî panelek bi sernavê “Peyama olan di belavkirina aştiyê de” li dar xist.

Îro Çarşemê 14/9/2022, Meclisa Jinên Olî ya Kongra Îslamiya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Korbenda Ol û Baweriyên Mezopotamyayê panelek  bi sernavê “Peyama olan di belavkirina aştiyê de” lidar xist. li hola Zana, li bajarê Qamişlo.

panela ku îro  hate lidarxistin, tevî nȗner û endamên Tevgera Civaka Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya ragihandina Azad,tev dem,meclisa jin a Bakur ȗ Rojhilatȇ Sȗrȋ,partiya kesk a demokratȋk ,kongra star,mala ȇzȋdiyan,yekȋtiya jinȇn suriyan, weqfa jin,yekȋtiya jinȇn ȇzȋdȋ, nêzî 50 kesayetiyên ku nûnertiya olên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin,  partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di panelȇ de amade bûn.

Bernameya panelȇ ku îro hat li darxistin, ji çar xalên sereke pêk hat, eksena yekem (nerîna olan di belavkirina aşitiyê de û çi pêwîste ji bo vê yekê) û (rola saziyên perwerdeyê û malbatê di avakirina kesayetiya zarok û şiyana-qabiliyeta diyalogê), xeleka sêyem di bin sernavê (Rola ragihandinê di belavkirina aşitiyê de, û rêyên rûbirûbûna medyaya dijber.) Xala çarem û dawî jî bi navê (Rola  Saziyên Olȋ li Rojava) bȗ.

Beriya destpêkirina mijarên panelȇ, beşdaran deqeyek rêz ji bo giyanê  şehîdan rawestiyan.

Di dawiya panelȇ de, Rêveberiya Meclisa Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Ehmed Yûsif El-Hacî spasiya hemû beşdar û beşdarên panelȇ kir. û hemû kesên ku beşdarî lidarxistina vê konferansê bûne, bi taybetî Meclîsa Jinên Olî a Kongra Îslamî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hevkariya Foruma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê.

Evȋn  wiha domand, “Em dikarin bêjin ku di vê panelȇ de nêrîn  û fikra ku em gihîştinê ev e ku peyama hemû olan a aştî, hezkirin û dadmendiyê heye”.

Evȋn axaftina wiha bi dawȋ kir, “Li ser me hemûyan e, her yekî di berpirsiyariya xwe de, em têgînên resen û pak belav bikin û di dil û mejiyên zarokên xwe de bi rêkûpêk biçînin. ji bo ku ji paşerojê xilas bibe, nifşek ku bibe navika civaka ku bi ruhê olan bijî, peyama pêxemberan belav bike, mezin bike.”

Back to top button