ArşîvÇalakîNûçe

Kantona kobanê Komcivîna Du salan ya navçeya şêranê li darxist

bi duruȘmeya Bi ruhȇ Jiyan,Mizgȋn ȗ Dilara,em ȇ destkeftiyȇn ȘoreȘa jin biparȇzin ȗ bi serkevin navçeya şêranê komcivîna xwe li darxist

Kongra star ya herêma firatê îro Sêşem Dîrok 4,10,2022 an de navçeya şêranê û herdu beldeyên wê ya girêdayî Kantona kobanê civîna xwe ya du salan li gundê tilêcbê li akademiya şehîd Rosiyar li dar xist bi tevlîbȗna her du beldeyên wê Tilxezal û taşlogê . Her wiha Kesên Ku tevlî civnê bibȗn Rêverberiya Kongra star ya herêma Firatê , endamên Kongra star ya Navçeya şêranê û Rêverberiyên Beldeyên Wê û endaman her wiha dayikên şehîdan û xweşkên şehîdan,Rêverberiyên komînan ,yên ku ji kevinde kar ȗ xebatȇn rȇxistinȋ dikirin ,TevDem, Rêverberiyên mala jin ya navçeya şêranê,Hêza cewherî û her wekî din jî tevlî vê civînê bibȗn .Civîn Bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpêkir , û piştre Perspektîfên serokatiyê ji aliyê Rêverberiya kongra star Ya herêma firatê Arîn Kobanê hate xwendin û ji aliyȇ beȘdarvanan ve hate şirovkirin, Piştre Rapora xebata du salan ya navçeya şêranê û beldeyên wê hate xwendin ji aliyê Rêverberiya kongra star ya beldeya Taşlogê ji aliyȇ Diyana Berî hate xwendin piştî ku Diyana rapor xwend ,endama rêverberiya Kongra star ya herêma firatê Mizgîn Xelîl Rewşa Siyasî Nirxand û piştî nirxandinê Nêrînên jinan hatin girtin û Rêverberiya Kongra Star ya herêma firatê Arîn kobanê Rewşa rêxistinî nirxand û piştre hilbijartin hatin çêkirin,û rêverberiyên Navçeya şêranê û beldeyên wê hatin hilbijartin û soz dan ku wê bi biryardariya serkeftinȇ derbasȋ ser erkȇn xwe bibin û civîn bi dûrişmeya Bêjî serok A.p. o, jin jiyan azadî bi dawî bû.

Back to top button