ArşîvDaxuyanî

‘Berxwedana Kobanê bû raperîna wicdanên hemû gelên cîhanê’

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî piştevaniya 1’ê Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cîhanî silav kir li dijî êrişên ku îro jî li ser Kobanê tê meşandin banga piştevaniyê kir.

Koordînasyona Kongra Star bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî ya 1’ê Mjdarê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniya xwe de Kongra Star bal kişand berxwedana 133 rojan a bi pêşengiya jinan li Kobanê meşiya û bi bîrxistina êrişên dewleta Tirk a piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê bi rêyen cûr be cûr hewl da berxwedana Kobanê têk bibe, li dijî êrişan banga piştevaniya Kobanê kir.

 ‘Şervanên azadiyê mohra xwe li serdema 21’an dan’

Di daxuyaniya ku roja Kobanê ya Cîhanî hate silav kirin de wiha hate gotin: “Bi boneya 1’ê Mijdarê roja piştevaniya berxwedaniya Kobanê ya Cîhanî silav dikin û bi bîr tînin. Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd û gelên herêmê bi piştgiriya dewleta tirk êrîşî Kobanê kir bi teknîk, tang û topên xwe û bi xeyalên serokê dewleta tirk yê ku digot Kobanê ket û wê bikeve. Ji bîr kiribû ku gelê Kobanê xwe bi fikir û ramanên azad yên Rêber Apo perwerde kiriye. Gelê Kobanê û şervanên azad 133 rojan li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan û têkoşiyan û mohra xwe li serdema 21’emîn xistin.”

‘Arîn û Rêvana navê berxwedana Kobanê kirin berxwedan jina azad’

Di dewama daxuyaniyê de şervanên jin ên bûn pêşeng û sembola berxadana Kobanê hatin bibîr anîn û wiha hate gotin: “Ruhê piştevaniya gelê azadîxwaz û şervanên YPJ/YPG’ê û îsrara di têkoşînê de, her wiha rola berxwedaniya sembol Arîn Mîrkan û Rêvanan ya ku ruhê xwedawendên Îştar û Înana zindî kirin. Arîn Mîrkan û Rêvan li hember hişmendiyên paşverû, destdirêjî, tundî, revandin û kolekirina jin teslîmiyet red kir û  bi çalakiya xwe ya fedayî navê berxwdana Kobanê kir berxwedana jina azad û di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvana de berxwedaniya jin îro bûye semboleke navneteweyî.”

‘Bi ruhê 1’ê Mijdarê li dijî êrîşên dewleta tirk têbikoşin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî tunekirina çeteyên DAIŞ’ê dewleta tirk ji bo ku tola çeteyan hilîne dest bi êrîşên qirêj kiriye û heta niha dewam dike û wiha hate gotin: “Berxwedana Kobanê ya ku bi serkêşiya YPJ/YPG’ê bi rê ket, bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê, ji lewra jî li seranserî cîhanê piştevanî bi gelê kurd û Kobaniyê re bi pêş xist û bû sedema hevpeymanên bi Koalisyona navdewletî re li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Ev hevpeyman kete xizmeta mirovahiyê û DAIŞ hate tunekirin, lê belê vê carê dewleta tIrk xwest tola tunekirin û binkeftina DAIŞ’ê hilîne û rûyê xwe yê rast eşkere kir û bi hemû rengên sîlehên qedexekirî û kîmyesal êrîşî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û dagir kir. Hemû kiryarên dermirovî û derexlaqî li herêmên dagirkirî tên jiyankirin bi destê dewlata tirk û çeteyên wê. Ji bo vê yekê divê helwesteke tund li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya ku desteka DAIŞ’ê dike bê girtin û pêşî li xeteriya li ser mirovahiyê bê girtin , ji ber ku DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dagirkirî amadekariya êrîşeke berfireh û xwe nû dike. Ji bo vê yekê banga me ji bo tevahî gelên azadîxwaz heye ku li hember dagirkeriya dewleta tirk a li ser herêmên Rojava ku bi ruhê 1’ê Mijdarê roja piştevaniya berxwedana cîhanî ya Kobanê têbikoşin. Çawa ku hemû hêzên cîhanê li hember tarîtiya DAIŞ’ê bûne yek û mirovahî ji vê xeteriyê xilas kirin, pêwîst e îro jî ji bo rûmeta mirovahiya azad bi heman ruhî xwedî li Kobanê û şoreşa gelên azadîxwaz derkevin û destekdayîn bi hêzên YPJ/YPG’ê û QSD’ê re bê dayîn ji bo tunekirina DAIŞ ê.”

 

Back to top button