ArşîvÇalakî

Şêniyên Bajarê Kobanê banga azadiya Rêbertî kirin

Bi duruşmeya 'EM AZADIYA FÊZIKî YA RÊBER APO DIXWAZIN Û TECRîDÊ ŞERMEZAR DIKIN', bi hezaran xelkên herema Firatê herikîn qadan û azadiya fîzîkî ya rêber APO xwastin û tekezkirin ku heya azadiya Rêbertî neyê bi destxistin wê her dem li qadan bin.

Îro Çarşem dîrok 2/11/2022’an de şêniyên kantona Kobanê xwepêşandanek girseyî li darxistin, xwepêşandan  ji Qada Jina Azad de ya ku li naverasta bajarê Kobanê ye destpêkir û ta Qada Aşîtiyê berdewam kir, ev xwepêşandan ji bo şermezarkirina  tecrîda li ser Rêber Apo hat li dar xistin.

kesên ku tevlî xwepêşandanê bibûn wêneyên Rêbertî, wêneyên şehîdan,alên meclisên malbata şehîdan,alên kongra star bilind kiri bûn , û pankartên ku wisa li ser hatibûn nivîsandin rakiribûn ‘EM AZADIYA FÊZIKÎ YA RÊBER APO DIXWaZIN û TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIN’ û bi qêrîna  siloganên ‘bijî berxwedana îmralê’, ‘bijî serok apo’, ‘bi can bixwîn em bi te re ne ey serok’, ‘bê serok jiyan nabe’, ‘jin jiyan azadî’ ta gihiştin Qada Aşîtiyê.

Piştî ku şênî gihaştin Qada Aşîtiyê deqeyek rêzgirtin ji bo biranîna cangoriyê azadiyê rawestiyan, û pişt re Sara xelîl, endama rêverber a meclisa jinan a patiya yekîtiya demokratîk (pyd)ê axavî, sara wiha axaftina xwe dest pêkir ’em jî bi navê tevgera jin meşa gel li herêma firatê ji bo azadiya rêber APO silav dikin gelêbajarê  kobanê yên qehreman û berxwedêr xwedî li Rêber Apo derdikevin, ev jî  di vê meşê de hate diyarkirin.’

Sara li axaftina xwe zêde kir ‘wekî hûn dizanin dewleta Tirk a dagirker tecrîdê girantir dike, ev nêzî mehekê ye CPT çûye li gel Rêber Apo û hevdîtinek bi Rêber Apo re kir, lê belê encama vê hevdîtinê b me re nehat parvekirin, em dixazin ku rewşa Rêbertî bê zanîn û encama hevdîtinên bê zelalkirin.’

Sara wiha axaftina xwe berdewam kir, ji bo wê jî em wekî gelê kurd dive em li hemberî van êrîşan xwe xurtir bikin, em dibînin ku kes ji bo tiştekî nabêje bi salane pişbirtiya hev dikin lê belê dema ku Serokatî radestî destên dewleta Tirk kirin xwastin ku careke din gelê kurd tune bikin, çawa şoreşên beriya vê rabûn bi destên dewleta Tirk û hevkarên wê û bi desta îxanetên hundurîn xwastin tune bikin dîsa jî dixwazin hereketa me tune bikin, bi girtina Rêbertî re xwastin careke din me bişkînin lê bi rastî gelê kurd ne wekî berê ye gelê kurd xwedî îrade û xwedî hêz e gelê kurd bi fikir û felsefa Rêber Apo gihêştî vê astê ku ti tişt nikare vîna wan bişkîne.’

Sara bal kişand ser fikir û felsefeya  Rêber Apo ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Suriyê tê meşandin û netewa demokratîk ya ku îro gelên heremê tê de jiyan dikin, pirsgirêka rojhilata navîn çaraseriya wê di şexsê Rêber Apo de ye, ger Rêber Apo azad bibe wê jiyanekî azad ava bibe, duh roj cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re bû çawa ku cîhan tev xwedî li kobanê û berxwedana wê derket bila ji bo azdiya fîzîkî ya Rêbertî jî derkevin, ji ber ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e lê belê Rêberê tevahî cîhanê ye.’

Di dawiyê de Sara got: heya ku em azadiya fîzîkî ya serokatî bi dest nexin emê her dem li berxwebidin û tekoşîn bikin.’

Meş bi qîrkirina siloganên bijî serok APO bi dawî bû

Back to top button