ÇalakîNûçe

konferansa “Azadî ji Abdullah Ocalan re…aştî û istîqrar li Cîhanê

Şandeya Bakur û Rojhilatê Suriyê  ku li ser navê insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan ,ku beşdarî konferansa li  başûrê Afrîkayê a ji bo azadiya fîzîkî a Abdullah  ocalan  bûn

Şandeya Bakur û Rojhilatê Suriyê  ku li ser navê insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan ,ku beşdarî konferansa li  başûrê Afrîkayê a ji bo azadiya fîzîkî a Abdullah  ocalan  bibûn ,di nava wê şandeyê de berdevka Koordînasyona Kongra Star Rîhan loqo  bi nirxandina xwe a di derbarê şoreş û keda jin a bê navber ku li Bakur û Rojhilarê Suriyê didome  vegot û wiha teyisand nava konferansê ;

Ev konferans taybet li vî welatî ,li vî bajarê ku gelan dest dane destê hev û ji bo bilind kirina asta têkoşînê jibo pêşde birina jiyaneke wekhev ,cardin em li ser vê xakê konferansa jibo azadiya Rêbertî li dar dixin,bi hêviya ku ev konferans wê bibe  konferansa azadiya fîzîkî ya Rêber APO ku ev 24 salin têkoşîneke bê hempa di zindana Imralî de idomîne .

Mijarê ku ez dixwazim li ser rawestim ew e mijara jin e ,ji xwe civak herdem di nava guhertin û veguhertinê de lê hin guhertin henin em dikarin ji wan re bibêjin şoreş ,li vi riya rast a şoreşê çi ye? Kîjan şoreş weke şoreşa civakî têne famkirin ,kîjan şoreş weke şoreşa jin têne bi navkirin ,ku em demeke dirêje di nava têkoşîna azadiyê de berxwedaneke bê hempa û dîrokî  tê meşandin,bersiva vê pirsa çawa ku em karibin şoreşa jin ava bikin ,bi rêxistin bikin û bibin mînak jibo tevahiya civakê ,bersiva vê pirsê Rêber APO wiha dide ; şoreşa jinê ya ku wê li tevahiya qadên civakê were meşandin ((weke çawa ku koletiya jin koletiy herî kur e ,wê şoreşa jin jî wê bibe şoreşa bibe şoreşa herî kur a wekhevî û azadiyê,şoreşa jin divê him di tewrî û çalakî de gavê bi kok bavêje )).

Rêber APO  jibo pêşxistina şoreşa jin wiha dinirxîn e,her şoreşek xwe dispêre zanistekê lewra şoreşa jin jî xwe dispêre şoreşa jin “jineolojî” ,jiber ku jineolojî xebat û lêkolînê xwe li gora pêdiviya şoreşa jin bi pêş de bibe li pêş dixe ,bi lêkolîn û birsgirêkê civakê analîz dike û li gora van encaman çareseriyê jêre peyda dike û dike para civakê ,jineolojî wele zanista jin weke zanista civakê ,jiyana hevbeş.

Rihand bal kişan li dîroka avabûna zanista jin jineolojiyê û wiha domand ;Rêbertî di parêznameya xweyî 3ê emîn de a bi navê sosyolojiya azadiyê ku di sala 2008 an de ku projeya zanista jin bi navê Jineolojî pişniyar kir,jineolojî weke zanista jin civak û hevjiyana azad tê naskirin ,lewra şoreşa jin xwe dispêra zanista jin jieolojî,şoreşa jin xwe li ser du xalên girîng bi rêxistin kir û xwe perwerde kirin.

Berdevka kordînasyona Kongra Star Rîhan loqo di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi rêxistina jin a li welatê ku şoreşa jin xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye û xwe berfireh kiriye kir û got ,di dema ku hşn rêcîm li ser welêt desthilat bû ,derfet nedida ku jin xwe bi rêxistin bike xwe perwede bike ,her wiha dibû asteng li pêşberî jin ku jin nikaribe xwe di hemû qadên civak û jiyanê de ,civakê ,perwede,siyasî,leşkerî,aborî, bi cih bike , û nedihişt ku bibe pêşenga civaka xwe,ev jî bû sedem ku jin dernekeve li pêş û bibe pêşeng ji civaka xwere ,jina ku biketa nav hewldanê têkoşînê de ew jin dihate ceza kirin yan jî dihatin girtin,sucê van jinan jî ewbû ku jibo azadî civak , ge û nasnameya xwe têdikoşin e.

Loqo bal kişan li ser fikir û ramanê Rêber Apo ku çawa bû pişt ,rê û ronahî jibo rêxistin û têkoşîna jinan li rojavayê kurdistanê jinan li ser vî esasî xwe birêxistin kirin û wiha domkir,yekemîn rêxistina jin a li rojavayê kurdistanê bi navê Kongra Star hatiye bi rêxistin kirin, ku di 15ê meha 1 2005 an de hat ragihandin,ev rêxistin di pêvajoyeke gelek zor û zehmet de xwe bi rêxistin kir û ragihand,Rîhan her 12 Komîteyên  di bin banê kongra star de têne bi rêxistin kirin paşguh nekir û got da ku em weke rêxistina Kongra Star ji bo xwe bighînin hemî beş û qadên civakê û jinan me xwe ji 12 komîteyan ava kir di heman demê de ji bo ku jin bikaribe xwe bigşne hemû qadên jiyanê û jê nezan û mehrûm nemînelê weke kongra star me gelek giringî da beşa perwerde û zane kirina civakê ji bo avakirina civakeke demokrat  ne tenê perwerde kirina jinan lê belê pêdivî bi perwerde kirina mêran jî hat dîtin ,lewra weke rêxistina kongra star jibo guhertin û veguhertina mêran jî erka perwerde kirina mêran da ser milê xwe û di nava akademiyên kongra star de dewreyên perwerdeya mêran hatin vekirin.

Rîhan wiha di dawiya axaftina xwe de got heya ku mêr jî jin û keda jin ,zanista jin ,dîroka jin nas neke ew ê civakeke malbateke demokrat ne gengaz be .

 

 

Back to top button