ArşîvÇalakîDaxuyanî

Komîta şilêr serhildana 12’êadarê bi bîr xist û ev kiryar şermezar kir

Komîta zarokan şilêr, ya şopandina mafên zarokan erîşên li hemberê gelê kurd şermezarkirin û gotin: ' êdî bese ji kuştina kurdanre, bese ji kuştina zarokan re, em pêşerojin pêşerojê nekujin'.

Di 12’ê Adara sala 2004’an de li bajarê Qamişloyê di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de maça futbolê hat lîstin. Lê dema lîstokvan û gel derbasî stadyûmê bûn, komên nijadperest ku ji berê de ji aliyê Rejîma Baas ve hatibûn erkdarkirin li dijî gelê kurd dirûşme û bi keviran êrîş kirin. Polîs û leşkerên Rejîmê hemwext êrîş pêk anîn û hemû deriyên stadyumê girtin. Di encamê de 9 kesan ku di nav de 2 zarok hebûn jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku agahî belav bû, bi sedan ciwan berê xwe dan stadê û ev pevçûn veguhêrî serhildana kurdan. Piştî vê êrîşî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û hemû bajarên Sûriyê yên ku kurd lê dijîn daketin kolalan û nerazîbûna xwe li dijî Rejîma Baasê anîn ziman. Têkildarî mijarê komîta şopandina mafên zarokan, şilêr daxuyaniyek da.

Daxuyaniya komîtê li staduyoma 12’ê Adarê ya li bajarê Qamşlo, bi amadebûna bi dehan zarokên bajêr, û rakirina pankaretkî ku bi zimanê kurdî û erebî li ser hatibû nivîsandin:

‘Şehîdên serhildana 12’ê Adarê nayê ji bîrkirin’, daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama komîtê Hêvîdar Mehmod ve hat xwendin, di daxuyaniyê de jî ev hat got in:

‘Wekî tê zanîn di dîrokê de heya roja îro kesên ku dixwazin pêşiya xweşî û serkeftinên  kurdan di her aliyê de bigirin her û her bi kuştin,  talan , wêrankirin, fetisandin,  lê kurd tû caran serê xwe natewîne û di nava tekoşîn û berxwedaniyê dene.

Di dîroka 12 Adarê de sala 2004 ‘an de li rojavayê kuristanê,  lîstoka fitbolê di navbera Kurdan û ereban  de li bajarê Qamişlo hate lîstin, lê ev lîstok bi mejiyê rêjîma Sûriyê hatibû amedekirin, ji ber kû dewleta sûrîyê xwast ku fitne û fesadî bixwe navbera  gelê kurd û eraban, û çanda herêmê xirabike, û hetanî roja îro rêjîma Sûriyê fitneyên xwe berdewam dike.   û wekî roja me ya îro li bakûrê Kurdistanê dema bûrsa spor êrîş bir ser Amed sporê  , û li qamişlo jî êrîş birin ser zarok û ciwanên kurd û  di encamê de gelek ciwn , zarok şehîd xistin, û ew roj rojekî pir bi êş bû. Em wekî zarokên qamişlo wan rojan tû carî jibîr nakin. Bi navê   komîteya Zarokan û bi navê hemû zarokên kurdan em van erîşan  li himberê gelê kurd em  lanet û şermezar dikin, û em  dibêjn êdî bese ji kuştina kurdanre, bese ji kuştina zarokan re, em pêşerojin pêşerojê nekujin.

Back to top button