ÇalakîNûçe

Di çarçoveya avakirina sîstemeke demokratîk de.. Kongrastar rêze dersan li dar dixe

Kongra Star li navçeyên kantona Qamişlo rêze semînerên hişyariyê û zanistiyê  di derbarê sîstema demokratîk de bi rêxistin kir.

Ji aliyê Kongra Star a navçeyên kantona Qamişlo ve rêze dersên bi mijarê cuda re  hatin lidarxistin.

Yek ji bingehên herî girîng ên avakirina sîstema demokratîk a di nava civakê de aktîvkirina rola kooperatîfên gund û komunan e û li ser vê bingehê Kongra Star dest bi dayîna rêze semînerên di vî warî de dan.

Tirbespiyê

Li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Tirbespiyê ji aliyê Kongra Star ve, li ser sîstema modela gundê komunal civînek hat lidarxistin.

Civîna ku duh Çarşemê 17.05.2023 bi amadebûna nêzîkî 100 endam, sazî û meclisên Kongra Star li navçeyê birêve çû,beriya ku semîner destpê bike  bi deqeyek rêzgirtinê li ser rihê cangoriyên azadiyê  kir û piştî wê jî dîmenek sînevîzyonê li ser jiyana komînal û jiyana hevbeş, Kooperatîfa Komînal li gund hat pêşkêş kirin, girîngiya vî gundê komînal û modela li gund hate vegotin.

Beriya bidawîkirina civînê pêşniyarên pêşxistina mekanîzmaya xebatê, teşwîqkirina jiyana hevbeş ya li nava gund û pêşxistina vê modelê li nava gund û derveyî gund hatin kirin.

Çil Axa

Li taxa Çil Axa Kongra Star der di barê parastina rewa ya mêran de 21 zilamên sazî û meclîsên navçeyê beşdarî dewreyek perwerdê bûn û li salona civînan a Partiya Yekîtiya Demokratîk hate destpêkirin.

Di destpêkê bi deqeyek rêzgirtinê li ser rihê şehîdên azadiyê rawestiyan, piştre endama bi navê Nûzhe Seyfedîn axaftina vekirinê pêşkêş kir.

Li wir behsa prensîba parastina rewa û girîngiya xurtkirina vê prensîbê di nava civakê de kir. Wê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyê dide parastina rewa , ji ber ku civakek ku xwe neparêze nikare civakek demokratîk ava bike.

Tê zanîn ku ev perwerde li navçeyê beriya sê roj  dest pê kiribû û îro jî bi dawî bû.

Amûdê

Di çarçoveya dayîna semînerên  li ser gundê kooperatîf an komînal, Kongra Star, li navçeya Amûdê, îro Pêncşemê 18/5/2023, li  navenda Kongra Star bi beşdariya 26 jinên navçeyê, li ser gundê kooperatîf semînerek li dar xist.

semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir û piştre jî rêvebera navçeya Amûdê Nalîn Amûdê axaftinê kir û li ser sîstema gundê kooperatîf rawestiya û di dawiya semînerê de sînevizyonek hate nîşandan. Di dîmen de hat dîtin ku gundên kooperatîf ji jiyan û xebatên hevbeş yên şêniyên gundan pêk tên.

Herwiha jibo gotubêjkirin û nîqaşkirina di derbarê jiyaneke komînal  di hemû beşên civakê û gundan de çawa bikeve meriyetê de derfet hat vekirin .

Back to top button