DaxuyanîNûçe

Kongra Star Heleb he,def,girtina ekîba jin TV şe,rme,zar kir

Kongra Star Heleb soza berdewamkirina rêya şehîdan da

Kongra Star Heleb soza berdewamkirina rêya şehîdan da û wiha got: “Ev êrîş berdewamiya siyaseta dewleta Tirk a tinekirina gelan e.” Îro Înê 25.08.2023 Kongreya Star a Helebê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a li ser xebatkarên Jin TV şermezar kir ku bi dehan endamên meclîsa jin , endamên Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di destpêkê de endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Roşîn Mûsa daxuyanî xwend.

“Ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê kêm nebûne û bê guman sûcên şer ên li dijî mirovahiyê tên kirin. Bi hemû wateya xwe  Bê guman ew kesên ku tawanên dagirkeriyê eşkere dikin û êrîşî ragıhandınö dikin, ji ber vê yekê wan bi awayekî hovane  bê kitab ü hesab  diçewisîne û tine dike hedef.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku li ser rêya Qamişlo-Amûdê maşîneke ekîba Jin TVyê kir hedef, berdewamiya êrîşên wan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Duh jî maşîneya rojnamegeran a ku tê de Necmedîn Feysel tê de bû  hate hedef girtin û ew şehîd bû û rojnamevana bi navê Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk a dagirker rojnamevanên jin dike hedef da ku binpêkirin û sûcên xwe yên li herêmê berdewam dikin nîşan nedin. Dewleta Tirk a dagirker dema ku nûçegihan Îsam Abdullah ku bi erka xweyî  mirovahiyê radibû û kiriyarê dewleta tirk li ser   dişopand, bi balafirên şer ên li herêmê bombebaran kir. û li Serê kaniyê jî nivîskar, rojnamevan Saad Ehmed û hejmarek kesên din bûne hedefa êrîşan.”

Di berdewamiya dacuyaniyê  de got, “Êrîşa li ser kanala   Jin TV. Ev êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û gelên herêmê hatiye destpêkirin û şoreşa Rojava û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire.”

Ev êrîşeke tirsonek e ku bi meşên sivîl û nûçegihanên ku bi şev û roj ji bo eşkerekirina rastiyê têdikoşin dikin hedef.”

Daxuyaniyî wiha domkir, “Li gorî qanûnên navneteweyî nayê qebûlkirin ku ragihandinê bike hedef. Lê belê dewleta Tirk a terorîst ji bo ku terora xwe û binpêkirinên xwe yên li dijî mirovahiyê û exlaqê veşêre careke din xebatkarên çapemeniyê dike hedef.”

li hemberî gelê me û ji bo têkçûna projeya me ya demokratîk ku daxwaza edalet û wekheviyê di nav gelên herêmê de dike.”

Bi tundî ev kiryar hat şermezarkiein. Û bang li hemû saziyên mirovî yên ku daxwaza mafên mirovan dikin, ku bêdengiya xwe bişkînin û erkên xwe yên mirovî li hember van tawanan bi cih bînin, û nebin şirîkê dagirkeriya Tirkiyê di kuştina nûçegihanên gelê me yê Sûriyê, bi taybetî gelê kurd.

Her wiha bang li gel hat kirin  ku têkoşînê bilind bikin , “Em jî bang li gelê xwe dikin ku li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirk û polîtîkayên wê yên li herêmê, têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.daxuyaniyê wiha eşkere kir ku: “Em weke jin û tevgera jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siberojê bêhêvî nebin û ji armancên xwe yên azadî û edaletê paşve gav neavêjin û em hemû hevgirtina xwe bi çapemeniya xwe ya azad re radigihînin.”

Di dawiyê de soza berdewamkirina rêya şehîdan nû kir.

Heta ku her bostek axa me ji têkbirina terorê were rizgarkirin, yekîtiya gelan û îradeya azad a hemû jinên cîhanê bigihêje azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Back to top button