ÇalakîNûçe

Kongra Star a navçeya Şeddadê civîna xweyî salane li darxist

bi armanca xurtkirina xebatê kongra star wek her sal civînên xwe li navçe bajar û kantonan li dar dixîne

Kongra Star Civîna salane îro 11.09.2023ê  li navçeya Şedadê hate lidarxistin,  xwendina raporta salane û gotûbêjkirina xebatên Kongra Star di tevahiya salekê de.
Civîn li navenda Kongra Star a navçeya Şedadê bi amadebûna Kordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê, komîteyên girêdayî wê, Komîteya Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Hesekê û hevserokatıyên sazî,  û rêveberên partiyên siyasî, komîn û Asayîşa jin hat li darxistin, Civînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê  şehîdan dest pê kir û piştre rapora salane ya Kongra Star ji aliyê rêveberiya Kongra Star ve  Emîra El-Saad  hat xwendin û piştre  rewşa siyasî, rewşa jin, rewşa rêxistinî û xebata Kongra Star di nava salekê de hatin gotûbêjkirin û ji bo beşdarvanan  rê li gotûbêjan hatin vekirin. zehmetiyên  ku pêre rûbirû tên û kêmasiyên ku rû dane herwiha ji bo bighêjin  çareseriyên guncaw bibînin  nirxandin pişniyar hatin kirin.

Back to top button