ÇalakîNûçe

Heya em weke jin û ciwan li ber xwe bidin emê to,la şehîd û fermandarên xwe hilînin emê nehêlin xiyanet bi ser bikeve

Ji bo şe,rme,zarkirina êrî,şên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îxaneta li dijî tevgera azadiyê, ji aliyê Kongra Star ve meş hate lidarxistin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşa ji ber jêrzemîna-qebû ya  Yasîn a dikeve rojavayê taxê dest pê kir ,bi hezaran şêniyên taxê tevlî meşê bûn.

Beşdarvanan Alên Kongra Star û Rêbertî û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan, pankartên (Na ji xiyanetê re, Cenga azadiyê ser bixin) û filêksên ku li ser nivîsa (Divê em têbigihêjin ka heta çi astê Partiya Demokrata Kurdistanê ketiye xefika xiyanetê, bi israra Şoreşa Azadiya Jinê, bimre xiyaneta  Barzanî, li hember jenosîdê em jiyana azad ava dikin) hatibû kirin.

Di destpêkê de ji bo giyanê pakê şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre li ser navê Rêveberiya Kongra Star Fehîme Hamo axaftinek kir ku di axaftina xwe de behsa dewleta Tirk a faşîst e. Siyaseta û kiryarên  li ser  gel, rijandina xwîna gelan ji bo gihandina armancên xwe yên berfirehtir li herêmê ye û ji bo vê yekê rêbazên herî gemar û firokên xweyî bê mirov ji her alî ve bi kar tine,daku hemû tevgera herêmê bixe bin kontrola xwe . ku bi navbeynkariya ajan û kesên ku kirêgitine di navbera Ereb û Kurdan de fitneyekê ava kiribûn, lê li hember hêzên QSD’ê ku ji dîrokê ve ereb û kurdan birayên hev in, di van lêystokên xwe de têk çûn herwiha  li Qendîlê jî têk çûn. Li Çiyayên azad jî êrîşên xwe li ser gerîlayên tevgera azadiyê, di heman demê de êrîş birin ser şengalê  û li başûrê kurdistanê li ser  Hewlerê êrîş pêk anî.Hemû êrîş dibin sedema şehadeta xort û jinên me yên qehreman.endama Rêveber a Kongra Star Fehîme Hemo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, bila baş bê zanîn çarenûsa ajanan çopa dîrokê ye, yên ku difikirin. Projeya me ya demokratîk a ku gel bi hemû pêkhateyên xwe  beşdar dibe, projeya ku ji ramana Rêber Abdullah Ocalan derdikeve, ewê her bi ser bikeve ,Fehîme bal kişand ser rewşa Rêbertî û tecrîda girankirî ya ku li ser tê ferzkirin.ev dide diyarkirin ku gemarê herî mezin Erdoxan û PDKê ye , emê li beranber van kiryaran bêdeng nemînin emê li ber xwe bidin heya misoger kirina serkeftinê  .

Axaftina duyemîn jî li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Heyfa Bekir hat kirin û piştî bixêrhatina beşdaran wiha dest bi axaftina xwe kir û got, di şexsê şehîd fermandar Şerfîn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bi rêz û hurmet li ber wan bejna xwe  ditewînin emê tola şehîdên xwe hilînin. Li ser komploya ku 25 sal berê li girtîgeha Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û berxwedana ku Rêbertî di girtîgehê  de li hemberî rêbazên dewleteke , weke dewleta Tirk a faşîst  li ber xwe dide ,di şexsê Rêbertî de dixwaze hemû kurdan biqedînin. gelê Kurd û dewleta Tirk a ku dît ku Rêber Abdullah Ocalan teslîmiyet qebûl nake û li ber xwe dide,  xwest vê îradeyê tine bike.“Heta ciwanên Rêbertî hebin, ti kes nikare fikra Rêbertî biqedîne.” Meş bi bilindkirina duruşmeyan bi dawî bû

Back to top button