DaxuyanîNûçe

Kongra Star,Jibo azadiya fîzîkî ya Rê,,ber Ab,,dulah Ocal,,an Têkoşînê Bilind Bikin

kampanyaya ku ji 10ê cotmeha 2023an ve destpêkirib, rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ji vê kampaniyayê re ragihand

weke tê zanîn ev 25 salin di ser komploya navdewletîre dibûre kompoloya 9ê cotmeha 1998an ku li dijî Rêberê gelê kur û mirovên azadî xwaz bi awayek hovane hate pêkanîn û heya niha di nava girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin .

ji 10ê cotmehê ve kamanyaya ku li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ hatiye destpêkirin ,îro 16êcotmeha 2023an  rêxistina kongra star bi daxuyniyekê peştarbûna xwe ji vê kampaniyayê re kir daxuyanî li ber navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner ji aliyê berdevka Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê Rîhan Loqo ve hat xwendin daxuyanî bi tevlêbûna rêxistinên jin li Bakur û Rojhilatê Suriyê kû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bang li hemû jinên azadîxwaz Ji siyasetmedaran  heta akademîsyen, parlementer, nivîskar, hunermend û rewşenbîr,rêxistin û tevgerên jinan hat kirin  ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin .

daxuyaniyê wiha aşkerekir:

Weke ji aliyê raya giştî ve jî hate zanîn, ji 10 cotmehê ve li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ kampanyayek hatiye destpêkirin. Mirovên çep, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz, yên xwedî exlaq û wijdan û saziyên demokratîk kampanyayek destpêkir Vê kampanyayê di salvegera komploya 9 cotmehê de destpê kirin û ev yek jî xwedî wateyek mezin e. Bersiva herî mezin û herî bi wate ku li hemberî komploya navneteweyî bê dayîn, teqez meşandina kar û helwesteke bi vî rengî ye. bi vî rengî dan destpêkirin û ev yek pir bi wate û hêja ye, em jî weke rêxistina kongra star tevlî vê kampaniyê dibin û dengê  xwe ji qadên şoreşa jin bilind dikin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber  Abdullah Ocalan û her wiha pêwîstiya çaresekirina siyasî ya doza kurdî di herêm de. ev 25 sal in li zindana Îmraliyê, kirinên li dijî mirovahiyê yên di dîrokê de li ser ti girtiyî nehatine sepandin, li dijî Rêberê Apo tên kirin. Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku desthilatên Tirkiyê ferz kiriye bi tundî şermezar dikin.

Tecrîda li dijî rêber Apo li dijî nasnameyên ku baweriya xwe bi paradîgmayê anîne veguheriye qirkirinê

Tecrîd û êrîşên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, li dijî hemû Kurdan û gel û nasnameyên baweriya xwe bi paradîgma netewa demokratîk tînin veguheriye êrîşên qirkirinê. Li Rojava û Bakûr Rojhilatê Surî Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê cihên sivîlan tên bombekirin. Sivîl, jin, zarok, kal û hêzên parastinê tên qetilkirin. Li pey hev li tevahî cihê binesaziyên, dibistan,mizgeft Wargeha Mexmûrê ku di bin parastina NY’ê de ye, malên sivîlan hatin bombekirin û jin û zarok birîndar bûn. Ev êrîşên qirkirinê wê nebe sedem ku Kurd paş ve gav bavêjin

Tirkiyê nahêle ku parêzerên Rêber Apo û malbata wî pêre hevdîtin bikin, ev hemû binpêkirinên qanûnên mafên mirovan in.

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwede bag li hemû aliyan kir ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalak têkoşînê bilind bikin

û wiha destîşankir,em weke rêxistina Kongra Star di dawiyê de bang li hemû jinên azadîxwaz Ji siyasetmedaran bigrin, heta akademîsyen, parlementer, nivîskar, hunermend û rewşenbîr,rêxistin û tevgerên jinan gelek kesên navdar cihê xwe di pêngavê de bigirtin, û dakevin qadên azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tekoşîna azadiyê bilind bikin.

 

 

Back to top button