DaxuyanîNûçe

Li kantona şehba ya Afrînê jinan daxwaza şikandina te,,crîdê ya li ser rê,,berê mirovahiyê kirin

di bin duruşmeya azadiya fîzîkî ji rêber Abdullah Ocalan re ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî jinan li şehbayê peşdarbûna xwe li kampaniyayê re eşkere kirin

Kongra Star a kantona Efrîn Şehba bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo hemleya gerdûnî berdewam dike’, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî,  îro  19ê cotmeha 2023 li baxçeyê  Rêber Apo li kêleka şaredariya xwecihî ya bajarê Til Sewsanê daxuyaniyek  da ,daxuyanî bi du zimanên Kurdî û Erebî hate xwendin ji aliyê rêveberiyê  Koordînasyona Kongra Star Emel Îsmaîl  bi zimanê erbî û bi zimanê kurdî jî  ji aliyê rêvebira sendîkayan  Rizgar lui lui hate xwendin .

daxuyaniyê wiha eşkerekir :

Li hemberî komploya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan, bersiveke xwezayî û însanî  ji aliyê civaka  democrat ,azad û mirovahiyê  li cîhanê da.

Sendîkqyênk karkeran , partiyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetên xwedî bandor ên cîhanê, di nav de fîlozof û xwediyê xelatên Nobelê yên li cîhanê jî di nav de, li heftê û çar bajarên cîhanê kampanyayek bi navê (Azadiya Ocelan ya fîzîkî  , ji pirsgirêka kurd  re çareseriya siyasî) li dar xist, ji bo tekezkirin ku cihanêbûna  kampanyayê nişane ku aloziya cîhanî û çareseriya cîhanî,pêwîstiya wê bi    raman û pirojeyeke cihanî heye ,da ku civaka mirov ji kirîza heyî rêzgar bike ,yekbûna hemû stûnên çareseriyê dişexsê rêbertî de û pirojeya wî ya ku nûnertiya modertnîeya  demkratîk e. Înîsiyatîfa gelêrî li bakur û rojhilatê Sûriyê tevlîbûna xwe ya vê kampanyayê ragihand.

Em weke tevgera jinên Efrînê û Şehba piştgiriya xwe ji bo pêngava gelêrî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi yekdengî li hev kir ku bi azadiya Rêber Ocalan ku garantiya çareseriya aştiyane ye, rizgariya mirovahiyê ji aloziya heyî radigihînin. ji bo pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn.

Berdewamiya qeyrana aborî ya cîhanî û berdewamiya şer û pevçûnan û berfirehkirina wan, belgeya nekarîna sîstema cîhanî ya niha ji bo çareseriyan û hewla dirêjkirina temenê xwe bi rêya kirîzên zêdetir li ser hesabê berjewendiya gelan e.

Ji ber vê yekê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji her demê zêdetir pêdiviya cîhanê bi çareseriyeke siyasî heye, ji ber vê jî ev kampanyaya gerdûnî ji bo rizgariya mirovahiyê, jîngehê û pîroziya jinên ku ji felaketên li pey hev jiyaneke bi rûmet didin, bû.

Rizgariya mirovahiyê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku sînor derbas kir û bû îlhama dengên aştî û demokrasiyê.

Divê bi vê kampanyayê re tecrîda ku li ser Rêbertî hatiye ferzkirin bê şikandin û qirkirina Kurdan û gelên Rojhilata Navîn, bi rawestandina qirkirina li Îmraliyê dest pê bike.

Em li kantona Şehba ya Efrînê ku bi darê zorê hatine koçberkirin, daxwaz dikin ku dewleta Tirk dev ji siyaseta xwe ya êrîşkar, nijadperestî ya li hember Rêbertî berde, ku ev yek ji herêmê re tengasiyê tîne.

jinan bang li hemû aliyan kirin ku asta têkoşînê ji bo azadiya rêber ocalan bilind bikin 

Em bang li gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Tirk, gelên Rojhilata Navîn, gelên Ewropa û hemû cîhanê dikin ku ji bo dawî li mêtingeriyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.

Azadiya Rêbertî tê wateya azadkirina Efrîn, Cerablûs, El Bab, Amed, Serê Kaniyê, Mehabad û hemû herêmên dagirkirî.

Careke din em piştgirî, dil û can ji bo vê pêngavê radigihînin û soz didin ku em ê jê re bibin mînak.

Back to top button