ÇalakîNûçe

Têkoşîna li ser xeta bêrîtan têkbirina xiyanetê ye

îro 25ê cotmeha 2023an li bajarê qamişlo gel bi girseyî salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan bi bîr anîn

Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) sala 1971′ê li warê berxwedanê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê çavê xwe li jiyanê vedike. Warê ku Bêrîtan lê mezin bûye, di salên 1937 û 1938′an bibû qada komkujî û qetîlamên li dijî gelê Kurd.

Bêrîtan di sala 1991′an de berî dide çiyayên Kurdistanê û tev li nava refên têkoşînê azadiyê dibe. Bêrîtan di demeke kurt de pisporiyeke mezin di fermandarî û rêveberinê de digire, karî qeyd û bendên koletî û hîşmendiya baviksalar bişkîne .

Rola lehengiyê ya Bêrîtan di perwerdekirina jinan li ser esasê ramanê azad ê bê qirêjî û koletiyê, derket holê. Ji zehmetiyên ku li pêşiya wê derdiketin, neditirsiya, li her cihê ku lê bû rihê vîn û hezkirinê çandibû û dihat naskirin ku ew  ji dilê rêhevalên xwe yên jin derdixe.

Bêrîtan îsbat kir ku teoriya “Jin lewaz in, jin ne xwedî hêz in” ya ku jinê biçûk dixe, şaş e. Li ser vê yekê têkoşer Bêrîtan pîvanên nû danîn, hem ji bo şerê jiyaneke bi rûmet û azad, dûrî bindestî û teslîmbûna zihniyeta mêr, hem jî li dijî nêzîkatiya xiyanetê ya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kurdistanê pêşengtiyan wê dikir. Bi tenê bi hevalên xwe yên jin re di operasyonên leşkerî yên mezin de li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir û têgeh hilweşandin.

Fermandar Bêrîtan îspat kir ku jin bi şerê xwe heye û di şer de rastiya xwe diafirîne û jina ku bi şer û têkoşîna xwe azad dibe bêtir tê hezkirin û jina ku ji bo ramanên xwe têdikoşe, natirse û di şert û mercên herî tarî de bi tena serê xwe dikare têbikoşe. Fermandar Bêrîtan dibêje: “Jineke qels tune ye, Jinek heye ku hêza wê hatiye desteserkirin.′′

Fermandar Bêrîtan mîsyonên zehmet hilgirt û bi îsrar li hemberî hîşmendiya baviksalar tê koşiya. Bêrîtan di pêvajoyeke zehmet de ku PKK′ê tê re derbas dibûn, li hemberî xeta xiyanetê ya PDK′ê şer kir.

Di 23′ê Cotmeha 1992′an şerê di navbera gerîla û xayînan de gûr dibe. Şehîd Bêrîtan piştî ku tevahî hevrêyên wê şehîd dibin, di 25′ê Cotmehê de ji aliyê çekdarên PDK′ê ve tê dorpêçkirin.

Bêrîtan heta guleya yekemîn li ber xwe dide û şer dike, piştî guleyên wê xilas dibin, çekdarên PDK′ê jê dixwazin xwe teslîm bikin û got, eger teslîm bibe ziyanê naghînên wê. Hingî Bêrîtan vê bersivê dide wan “Eger hûn bi dijmin re bibin hevkar hûn xayîn in. Divê hûn xwe teslîmî me bikin.”

Dema Bêrîtanê ev bersiv da, dagirker şikestin û rûyê Kurdên xayîn reş bû. Fermandar Bêrîtan bi cesaret û serbilindiyeke mezin xwe ji lutkeya çiyayên Xakurkê ên bilind avêt û wiha diqêriya “Bimre xiyanet“. Bêrîtan biryara mirinê ne pejirand, wisa xwest ku baskên xwe veke û ber bi jiyaneke azad ve bifire.

Qêrîna Bêrîtan a li Kurdistanê deng ved û heya niha di şoreşa jin li bakur û rojhilatê suriyê û kurdistan û cîhan şopdarên rêya Bîrîtanê bi feraseta têkoşîna li ser xeta Bêrîtan têkbirina xiyanetê ye

Bi vê boneyê ev roj li seranserî bakur û rojhilarê suriyê gelek çalakî ji aliyê rêxistina jin Kongra Star ve hatin bi rêxistinkirin herwiha li bajarê Qamişlo meşeke girseyî hate li darxistin meş ji ba çerxereya Sonî despêkir heya ber navenda çand û huner a Mihemed şêxo êalakiyêli wir dest bi programa xwe kir û bi deqeyekê rêzgirtinê li ser rihê şehîdên azadiyê sekinîn

û di piştre ji aliyê endama koordînasyona Kongra Star Şîraz hemo ve axaftinek hat kirin û wiha got,: gelê bi rumert jinên qehreman ji qada hevnar û resen vejîn dike ji qada ku dîroka şerê reş dike ,ji qada şoreşa jin hemêz kiriye ,em di serî de şehîdên azadiyê şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û silav ji rêberê aşîtiyê re serok Abdullah Ocaşan re dişînin ,silav ji hemû tekoşerên azadiyê re ,silav ji sekna gel a li bakur û rojhilatê suriyê re,û bi taybet silav ji sekna jinan ya bi rûmet û qehreman re ,wekî tê zanîn di roja 25ê cotmeha 1992an de heval bîrîtan şehîd bû ,bêrîtan xeteke nû di dîroka  azadiyê de afirand û xeteke nû di dîroka têkoşînê de nîşan da ,ku ev bû bersiveke tûnd li hemer xiyaneta QDP,ku ev xiyanet ji erkên welatparêziyê re şermeke giran e ,herwiha şermeke ji wijdana mirov re ku bibe pêşeng ji dijminan re û bi ser birayê xwede biçe û bikuje ,lê belê li beranber vê xiyanetê lehinga me pêşenga me hevrê bêrîtan şer kir û li ber xweda û bû bersiv ji feraseta teslîmiyetê ,

Şîraz wiha axaftina xwe domand û got : ey PDK gelo ti teslîmkariyê ji kê dixwaze ?ji xwedavend Iştar û Înana dixwazi ji xwdavend bêrîtan Sakîne Ezîme û Bîrîvanan dixwazi?ti teslîmkariyê ji şagirtên Rêber APO dixwazi ?bêrîtan pêşenga jina azad bêrîtan ji bê xiyanet û teslîmkariyê re bû bersiv û heya şehadeta xwe bi serket .

Şîraz hemo got :PDKê ji dîroka tevgera azadiya kurd û heya niha vê xiyanetê dike û hevkariyê bi dijminan re dike ,herwiha got,şerê ku îro li çiyayê kurdistanê dimeşe bi pêşengiya xiyaneta PDK ê re dimeşe,lê PDKê baş bizanibe ku ewên li ser xeta Bîrîtanan soz dane ewê ticaran teslîmkarî qebûl nekin û wê heya serkeftinê li ber xwe bidin ,îro di rojava  û bakur û rojhilatê suriyê de ev bi berxwedana gel û şervanan ev rûhê Bêrîtanan xwe nîşan daye ,bi sekna hemû jinên bakur û rojhilatê suriyê de bi hezaran bêrîtan çêbûne û ticarî xiyanetê qebûl nakin û bi sekna azad li berxwe didin ,îro li vî ciyê ku wekhevî û demokrasî esas digre dijmin wê ji xwere dike hedefa êrîşan ,jiberku ticara dewleta Tirk vê heza berxwedêr qebûl nake û hesnake .

Şîraz bal kişand ser vê rastiyê ku ,qada rojava buye qada heqîqetê ,û çavkaniya rêgerîna heqîqetê Rêber APO ye ,lewra dijmin bi şêwazên durî mirovahiyê tecrîdê li ser Rêber APO didin pêkanîn herwiha baş dizanin ku fikir û felsefeya wekhefî demokrasî û azadiyê ya rêber Apo di hiş û aqlê her pêkhateykê de hatiye rûniştandin û ev fikir xwe li tevahiya Rojhilata Navîn de belav dike .

Herwiha got : bila erdoxan û hemû dijminên gelê azadî xwaz  baş bizanibin û peyama me ji wan re eve ez kurdim û ezê hebm,ez jinim ezê hebim ,ez azadî xwazim ezê hebim ,wê destkeftiê me li bakur û rojhilatê suriyê ,şoreşa jin wê hebe .dijmin dixwaze bi van êrîşên xwe careke din van destkeftiyan vê îradeyê bişkîne lê ticara nikarîbû vê vîn û îradeyê bişkîne .

Şîraz wiha dawî li gotina xwe anî û got ,ji vê qadê bi dengê hemû jinan bi duruşme û felsefeya jin jiyan azadî ku serhildana rojhilatê kurdistanê şahidê vê şoreş û felsefeyê ye ku serî li hember hişmendiya desthilatdar rakir ,bi dengê jina kurd û jina ereb ,aşûr,suryan,turkmen ,em bi hevre dibêjin Jin Jiyana Azadî ,bê serok jiyan nabe çalakiya bîranîna şehîd û fermandar Bêrîtan Hêvî bi dawî bû.

Back to top button