HevpeyvînNûçe

Misogerkirina azadiya Rê,,ber tî misogerkirina azadiya jinan û tevahî gelan e

di çarçoveya çalakî û xebatên ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê di bin sîwana kampanyayê de bi pêşengiya jinan re tên kirin

di derbarê kampanyaya ku  di bin duruşmeya azadiya fîzîkî ji rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re li 74 welatan hatiye destpêkirin ,herwiha li bakur û rojhilatê suriyê jî bi girseyî di vê çarçoveyê de çalakî tên li darxistin û ev çalakî bi taybetî bi pêşengiya jinan têne li darxistin di vê derbarê de endama rêveberiya Kongra Star  Ferîde Îbo wiha nirand û got ,

Di van rojn hesas û giran de ku rojane êrîş li ser me giran dibin ,di heman demê de tecrîda li ser rêbertî jî giran dibe ,ji kêliya ku rêber APO hate dîlgirtin û heya vê kêliyê ticar tecrîd li ser nehat kêmkirin ,ev tecrîda ku roj bi roj rêber APO pêre rû bi rû dimîne ev tê wayteya lewaziya dewleta Tirkiyê ye ,ji berku dewleta Tirk ticaran nabe alîgirê xilasiya gelê bindest yanjî bibe destek ,û ticar naxwaze pirsgirêkên gelan çareser bibin ,çareseriya gelê kurd ereb û tirkmen gelê ku di hundurê rojhilata navîn û kurdistanê de dijîn yekgirtina wan li ser fikir û felsefeya Rêber APO tê kirin ,lewma ji kêliya dîlgirtina rêber APO û heya niha bi her awayê tecrîd li ser kêm nebûye,ev tecrîd carnan di bin navê displînê carnan jî di bin navê li gor sîstema girtîgehê nemeşiyayê li vir armanca dewleta tirk ewe ku dengê rêbertiyê û gel ji hevdû qut bike ,em dikarin bêjin ku ji despêka komployê de û heya îro pir cureyan bertek û bersiv çi  ji aliyê gel de be çi jî ji aliyê şervanan be çi jî ji aliyê dostên vê tevgerê  û dostên rêbertiyê yên azadîxwaz ve  hatin dayîn bi dehan gelek hevrê û şagirtên rêber APO canê xwe feda kirin û bûn xwediyê çalakiyên canbexşane herwiha gelekan jî agir berdan bedena xwe lê dîsajî dewleta tirk xwe nebihîstî û ji nedîtî ve kir ,em dikarin bêjin ku li hember vê ne tenê dewleta tirk herwiha bi giştî dewletên navdewletî xwe ji nedîtîve kirin ,bi taybet saziyên ku bi navê mafê mirovan bang dikin û xwe bi nav dikin (CPT) ewjî para xwe di nav vê tecrîda li ser Rêbertî de heye ,ji ber ku ewqas hewlidanên parêzeran hatin çêkirin di nava heftiyekê de du sê caran ji hevdîtina bi miwekîlê xwere bikin ,herwiha gelek caran hewildanê malabata serokatiyê çêbûn ji bo biçin hevdîtinê  lê bê bersiv vedigerin ,hercarê sedemekê dikin hincet jibo ku rê li ber vê hevdîtinê bigrin ,carê bi hinceta ku rewşa hewayê nebaşe û hwd,armanca dewleta tırk ji ewe ku di navbera gel rêbertî de qutbûnê çêbike .

Ferîde bal kişand ser pêvajoya dawiyê û girankirina tecrîdê li ser Rêbertî û got,wek temen jî em dikarin bêjin ku êdî salê xweyî 70ê jî derbas dike ,lê li gora zagonên cîhanî û yên mafê mirovan û li gora zagonên navneteweyî ku kesek di temenê xweyî  70 salî de be nabe ku di hundurê girtîgehê de were girtin ,lê belê dewleta tirk bi her awayî dileyîze û siyasetê qirêj dide meşandin daku Rêbertiya me di hidur zindanê  de bihê le û tecrîdê li ser giran bike ,ev nêzîkî 33ê mehin ku bi ti awayî agahî ne ji rewşa Rêbertî ya  fîzîkî nejî rewşa  tendurustî  nehatiye girtin .

Ferîde di axaftina xwede bal kişand ser hemleya ku di bin diruşmeya ((Azadiya fîzîkî ji Rêber APO re Çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re )) ku li 74 welatan hatiye destpêkirin û got ,ji ber ew sedemên ku nahêlin hevdîtin bi Rêbertî re were çêkirin û agahî ji rewşa wî were girtin ev kampaniya hate despêkirin ,li seranserî bakur û rojhilatê suriyê bi dehan meş hatin li darxistin û kon hatin vegirtin ,daxuyanî ji raya giştî re hatin dayîn herwiha dest bi gurevên birçîbûnê hatin kirin li gelek ciyan frum ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO hatin li darxisitin ,armanc ji ewqas çalakî çi ne,ji bo ku em vî dengî û ev zeht û tecrîda li ser Rêbertiyê tê meşandin em bighînin tevahiya cîhanê .

Endama rêveberiya Kongra Star Ferîde Îbo aşkerekir ku li dervî welêt jî gelek dostên Rêber APO henin ewjî rabûn tevlî vê kampanyayê bûn gelek kesayetên ku xwedî cihin di nav cîhanê de ewan jî dostaniya xwe bi Rêbertî re dan nîşandan û tevlî vê hemleyê bûn daku dengê xwe bighînin ciyê pêwendîdar da ku vê tecrîda girankirî li ser Rêbertî rabe lê em dikarin bêjin ku heya niha ewqas hewldanên ku heya niha hatiye kirin negihiştie encama ku tê xwestin lê belê em dibînin ji bo bighêje encamê herder li ser piyaye ,ji ber ku em dibînin heya salên dawiyê çalakiyên ku dihatin meşandin piraniya wan di çarçoveya ê ku serokatî nas dikin lê belê niha em dinêrin çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber APO hatine despêkirin û ne tenê li kurdistanê û rojhilata navîn lê belê buye cîhanî ,ji ber ku azadiya Rêbertî ji bo xwe weke ciyê nefes girtinê digrin dest .

Ev çalakî û xwepêşandanên ku li dar dikevin ji bo bighêje dewletên ku bi demokrasiyê bang dikin bikaribin dawî li vê tecrîdê bînin .

Ferîde di dawiya axafrina xwe de wiha got ,weke tevgera jin a Kongra Star  li kantona Şehba û Efrîn,ku ji roja ku dewleta tirk herêma me dagir kir û heya niha em bi gelek êş û azaran re rû bi rû hatine li vir jî li herêma şehba de gelek çalakî û meş hatin li darxistin ev çalakî him di bin sîwana Kongra Star de herwiha jinên ciwan de ku herî zêde bi pêşengtiya jinan hatin li darxistin ,herwiha hemleya imzeyan hate komkirin biroşor hatin belavkirin ji bo azadiya Rêber Apo ,herwiha em weke jin azadiya me bi azadiya Rêbertî re misore dibe emê weke jin her li qadan bin heya azadiya Rêbertiya xwe em bi dest bixin ji ber ku incex bi bi vî awayî hevaltiya xweyî rast bi Rêbertî re bidin nîşandan.

Back to top button