ÇalakîNûçe

Kongra Star li Şamê çalakiyên 25′ê Mijdarê li dar xistin

Kongre Star li Şamê rêzeçalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê li dar xistin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25′ê Mijdarê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û biroşorên der barê têkoşîna dijî tundiyê de hatin belavkirin û civîn ji jinan re hatin lidarxistin.

Di civînan de têkoşîna jinan ji bo bidestxistina mafên xwe, koletiya li dijî jinan hatiye meşandin hatin nîqaşkirin.

Ji wê zêdetir di civînan de behsa tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, rola wî ya di pêşkêşkirina doza jinê de û danîna çareseriyan ji pirsgirêkên li pêşberî wê re, hate kirin.

Civîna herî dawî li taxa  Zorava ya Şamê bi beşdariya dehan şêniyan hate lidarxistin. Di civînê de endama Kongra Star Yusra Mihemed axivî.

Yusra wiha got: “Di civaka xwezayî de xwedawenda jin civak di tevahî aliyên wê de di atmosfêreke jiyana hevbeş, hezkirin û wekhevî de bi rê ve bir, lê mêr bi xapandin xwe ew yek ji dest girt û tundî li dijî wê pêk anî.”

Yusra behsa sedemên tundiyê; çandî, perwerde, adat û urfên şaş û sedemên aboriyê kir û anî ziman ku ji wê zêdetir tundiyên fîzîkî, hestiyarî, derûnî, rihî, gotin, tenduristî hene.

Li aliyekî din jî endama rêvebera Kongra Star Berçem Yûsif behsa têkoşîna jinan û koletiya li dijî wê li cîhanê pêk hatiye kir. Her wiha Berçem di axaftina de bal kişand ser têkoşîna her sê xwişkên Mîrbal kir.

Berçem wiha anî ziman: “Biçûkxistina jinê, nedayîna wê tu nirxek, hiştina bê vîn û biryar, bikaranîna gotinên nebaş li dijî wî, girtina di malê de û îzolekirina ji derve, mijara zewaca ji jina duyemîn, berdan, zewaca temenbiçûk, mehrûmkirina keçan ji mafên xwendinê û gelek têgeh û tundiyên din, hemû şêweyên tundiya li dijî jinan in.”

Berçem wiha pê de çû: “Em dibêjin jin jiyan û hebûn e û bêyî jinê ne civak ne jî welat tên avakirin, bêyî jinê ne pêkane azadî pêk were, di encamê de tevahî nêzîkatî û rêbazên me behs kirine û yên li dijî jinê pêk tên şaş in û zirarên mezin digihînin jin û civakê.”

Berçem wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê jin û mêr li ser mijara zanakirin û têgihîştinê werin perwerdekirin.”

Civîn bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî bi dawî bû.

Back to top button