DaxuyanîNûçe

Kongra Star: bi rêxistinbûyîn û hêza xwe ya xweparastinê re sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, em têkoşîna xwe bilind bikin

bi hatina roja 25ê mijdarê koordînasyona kongra star bi diruşmeya li dijî her cureyên tundiyê û dagirkeriyê jin jiyan azadî daxuyaniyek weşankir,daxuyaniyê eşkerekir ku ,bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, em têkoşîna xwişkên Mîrabal û di şaxsê Şehîd Şervin Serdar, Şehîd Zeyneb Seroxan, Şehîd Yusra Derwêş, Şehîd Lîman Şiwêş, û Şehîd Roşna Agit hemû jinên şoreşger ên ku jiyana xwe ji bo tekoşîna azadiyê ji dest dan bi bîr tînin. Herwiha em jinên li çar aliyên cîhanê ku ji bo azadiyê têkoşin dikin silav dikin.

Koord’nasyonê di daxuyaniya xwede bal kişand li ser pêşwazîkirina îsal ya ji roja 25ê midarê re ku di bin her şert û mercên şerê giran de li hember her cureyên tundiyê têkoşînê bilind dikin û got,Îsal em 25. Mijdarê di bin siya şerên ku ji hêla feraseta mêr a serdest tên meşandin pêşwazi dikin.  Weke Kongra Star û rêxistinên jin li Bakur û Rojhilatê Suriyê em bi şîara li “Dijî Tundiye û Dagirkeriya Jin Jiyan Azadî!” pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin û soza bilindkirina têkoşîna xwe didin. Tundiya li hember jin, wek hemû curên Tundiya ji mêtingeriyê bigire heta dagirkeriya, ji koletiyê bigire heta komkujiyan, ji hişmendiya baviksalarî û bindestkirina jinê çavkaniya xwe digire. Şerên dagirkeriyê çi li Mayanmar be, li Filistîn, li Qerebax, Afghanistan an Kurdistanê be, xerakirina xwezayî,  komkujiya, koçberî û taybet qirkirina jin li gel dide ferz kirin. Şerên dagirkeriyê her tim şerên li hember jinê ye. Dijî vê divê tekoşîna me ya dijî dagirkeriyê û dijî tundiya baviksalarî li kêlekahevdu bê meşandin û bilind kirin.

Di berdewamiya daxuyaniy, de eşkerebû ku li her welatên dagirkirî û bi taybet li Rojavayê kurdistanê li herêmên dagirkirî jin û civak bi tevahî zêdetir bi tundî û dagirkeriyê re rû bi rû ne

Nakokî, şer û pevçûnên ku roja me ya îro di gelek waran de pêşdikevin çarek din radixin ber çavan ku tundiya li hember jinan ne tenê di malbat û civak sînordar dimîne ji hêla hişmendiya netewdeweltan tê teşwîq kirin û parastin û ji wê zêdetir ji netewdeweltan bixwe tundî hember jin didin meşandin, çi li Kurdistanê, li Filistîn, Mexîka, Hindistan an çi li Afghnaistan be. Bi teybet bi dagirkeriyê re em vê yekê dibînin û jiyan dikin. Dagirkeriyê bixwe tundiye û dagirkerî bi heman zihniyeta baviksalarî ya tecawizê tê kirin. Di encama dagirkeriyê de dîsa jin herî zêde rastî her cureyê tundiyê û bi taybet şîdeta zayendî tê. Jinên di heremên dagirkirî yên li Rojava wek li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de her roj rastî tundiya dagirkeriyê tên.

Di daxuyaniy, de hat gotin ku ,Êrîşên ji hêla pergala baviksalarî ku di asta şerê sîstematîk de tê meşandin dide xuya kirin ku dewletên serdest ên mêr ji serkeftina şoreşa jinê ditirsin. Me ev rastî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît ku zêdetirî 11 sal berê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî me şoreşa jinê da destpêkirin. Dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê wateya ku ji bo azadkirina jiyanê hewceyê bi pêşengiya jinê xwedî hişmendiyeke azad, rêxistinbûna xweser û hêza xweparastinê ye. Şoreşa jin ku me li vir da destpêkirin bi taybet di bin êrîşên dewleta faşîst a Tirk de ye. Deweleta Tirk şerek taybet da destpêkirin ji bo qirkirina jinên siyasî û rêxistinkirî ku pêşengên gelê xwe û avakirina pergalek demokratikin. Bi şerê dron bi dehan rêhevalên me ku di parastina xaka xwe ji aliyê leşkerî, çivakî û siyasî de cihê xwe girtin hatin şehîd xistin. Hemû çureyên tundiya li ser jin êrîşek ser şoreşa jine. Parastina şoreşa jin tê wateya xurtkirin û mezinkirina rêxistinbûna jin. Ji bo parastina şoreşa jin divê em tekoşînek bêhempa û bi radikal bidin meşandin. Ji ber wek jin em pêşengên vê têkoşîne ne, ku ser şopa Şehîdan dimeşîn ku jiyana xwe ji bo azadiyê ji dest dan. Em tekoşîna xwe ji bo jiyana azad ku em di ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan de dibînin bi îsrar berdewam dikin.

Kongra Star bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di berxwedana li dijî baviksalariyê de cihê xwe bigirin û xwe li herêmê û navneteweyî bi rêxistin bikin,wiha domkir

Ev hişmendî di çar aliyên cîhanê de her zêdetir dibe û şerek taybet bi tundiya piskolojik û fîziki li hember merjî û bedenê jin dimeşîne. Li hember wê divê tekoşîna me di seranserî cihanê hember hişmendiya baviksalarî û netew dewlet ku wê hişmendî kiriyê pergala xwe û wê hişmendiya zilamê serdest kûr dike were meşandin. Ser wê esasê em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di berxwedana li dijî baviksalariyê de cihê xwe bigirin û xwe li herêmê û navneteweyî bi rêxistin bikin. Divê jinek jî bê rêxistin nemîne, ji ber ku têkoşîna îro pêwîstiya me hemûyan e  ji bo jiyanek azad.

di dawiya daxuyaniy, de hat gotin ku,Ji bo hilweşandina pergala baviksalarî, em ê li dijî her cure tundiya li ser jinê û zîhniyeta serdest a mêr têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi şîara “Jin, Jiyan, Azadî” em ê konfederalîzma jinên cîhanê ava bikin û sedsala xwe bikin serdema azadiya jinê!

Ji Rojava heta Rojhilata Navîn û heta hemû cîhanê em ê bi pêşengiya jin, bi rêxistinbûyîn û hêza xwe ya xweparastinê re sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jin.

Koordinasyona Kongra Star

24’ê Mijdarê 2023

Back to top button