HevpeyvînNûçe

Em ji berxwedana li îmralî îlhama serkeftin û mîsogerkirina azadiyê digrin

Berdevkan Kongra Star Rîhan loqo diyar kir ku: “Armanca komplogeran têk çû, Komplogerên navneteweyî negihîştin armanca xwe. Îro tevgera me dilsozê Rêber Apo ye, gelê me dilsozê Rêber Apo ye. dostên Rêber Apo Li qada navneteweyî Li 74 welatan li Cîhanê kampaniya azadiya wî destpêkirin û hêjî didome.”

Endama koordînasyona  Kongra Star Rîhan loqo‘meş û çalakiyên Azadiyê’ berxwedana li zindanan, felsefeya paradîgmaya azadîparêziya jinê,demokratîk a Abdullah Ocalan, salvegera 25’an a komploya navneteweyî şermezarkir,ji malpera mere wiha nirxandi:

Di salvegera komploya navneteweyî de di serî de Rêber Apo yê ku 25 sal in li zindana Îmraliyê berxwedaneke mezin dike, îradeya gelan e û îradeya gelê kurd temsîl dike, ji qadên şoreşa jin bi rihê her dayikekê ,her jin û ciwanekê  bi minet û rêzdarî silav û heskirinên xwe ji Rêber APO re dişînin.

25 sal tijî berxwedan

Di van 25 salan de komplogeran û hêzên hegemon xwestin bi siyaseteke kirêt di şexsê Rêber APO de vîna gelê kurd bişkînin û hêza azadiyê biçûk bixin,bi vê boneyê em van kiryaran şermezar dikin,her ku xwestin tecrîdê li Îmraliyê giran bikin bi siyasetên cur bi cur ,lê belê her kêlî berxwedaniyeke bê hempa dîrokeke tijî hêvî û tijî berxwedanî tê mohr kirin ,ku ev bandora xwe li tevahiya cîhanê û Rojhilata navî kiriye,herwiha yek ji armancê vê komployê ku hêzên hegemon xwestin rojhilateke navîn weke ku ew difikirin û dixwazin ava bikin,dixwestin ku civakeke kole serî tewandî da ku li ser van desthilatdariya xwe bidin meşandin û bê îrade bikin ji van gelan jî herî zêde gelê kur di hedefê de bû,ji berku her çendî kurdan ji dîrokê û heya niha şoreş û serîhildan kirin û daxwaza maf ,nasname ,hebûna xwe kirin lê her dem dewletên hegemon ew tepisandin û xwestin vîna gel bişkînin ,niha jî hedefa van êrîş û komployan ewe ku gelê kurd nebe xwedî nasname û nebe xwedî maf.

Berdevka Kongra Star Rîhan loqo’destnîşan kir ku di vê sedsalê de  bi raman û bîrdoziya Rêber APO gelekî berxwedêr û azadîxwaz hat avakirin ,gelekî ku bi fikir û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk hat amade kirin ,civakeke ku bi pêşengtiya jin tê perwerde kirin û bi rêxistinkirin ,bi pêşengiya  zanista jin jineolojî civakeke demokratîk ,hevjiyana azad û azadîxwaziya zayendî tê perwerde kirin ,ev jî ji bo hêzên hegemon tirsê dide ava kirin ,pêşketina hêza azadşxwaz û bi rêxistinkrirî bi taybet jî jêz û rêxistina jin ku li ser paradîgmaya Rêbertî her ku diçe pêş dikeve ,hêzên hegemon vê ji bo xwe weke xeteriyê dibînin û ji vê hêzê ditirsin ,ji ber ku felsefeya Rêbertî li ser esasê jiyanek wekhev tê avakirin û xwe li cîhan û rojhilata navîn belav dike ,ev rastî hêza hegemon dixe nava tirsê de jiber ku desthilatdarî û hegemoniya xwe berevajî paradîgmaya Rêbertî xwe li ser rijandina xwînê mezin dike lewra Rêbertî bû armanca komploya navnetewî .

Rîhan di berdewamiya axaftina xwede got,ku dewletên hegemon nexwestin careke din li ser vê erdnîgariyê gel bighêje azadiya xwe û nexwestin ku ev hêêza tekoşer bi pêşengiya fikir û ramanên Rêber APO were jiyîn ,armanc ewbû ku di şexsê Rêbertî de gelê kur perçe bikin û ji holê rakin ,û bi taybet civaka ku îro xwe bi pêşengiya jina bi rêxistinkirî û bi bîrdoziya azadiyê ramanê xwe honandiyê perwerde dike dike hedefa êrîşan û dixwaze tine bike ,ji ber wê jî di nava van 25 salan de li girava Îmraliyê hema hema giştî pilanên xweyî hovane û kirêt di şexsê Rêber APO de pêkanîn û her ku diçe şêwazê tecrîdê girantir dikin .

Berdevka Kongra Star Rîhan loqo di berdewamiya nirxandinên xwe de îşaret bi tecrîda girankirî a li ser Rêberê gelê kur Abdullah Ocalan kir û wiha got’ di bin navê cezayên displînê de her cure tecrîd tê ferzkirin ,gelo kîjan displîn cezayê kîjan displînê ?di tevahiya zagonên mafê mirovan de ger zindiyek yan jî kesayetek siyasî di hundir girtîgehê de be ,mafê wî ji kesayet yanjî girtiyên din zêdetir heye,mafê wî girtiyî heye ku bi malbata xwere ,parêzerê xwere hevdîtin bike herwiha mafê wî yê ku karibe binîvisîne,bixwîne  heye di heman demê de mafê wî heye ku derkeve bêhnvedanê ,lê belê em dizanin ku ji bo kesayetek wek Rêber APO derfetên herî biçûk jêre hatine qedexe kirin û êdî her kêlî tecrîd li ser tê meşandin û di bin navê cezayê displînê de her 6 mehan li ser Rêbertî tê pêkanîn .

Hêzên hegemon ji hêz û ramanên Rêber APO ditirsin

Rîhan got ‘ji ber ku fikrê Rêber APO di cîhanê de belav dibe lewra ji ramanên wî ditirsin û her dixwazin tecrîd bikin ,lê belê her ku tecrîd tê girankirin li beranber vê jî  ne tenê li qada şoreşê li bakur û Rojhilatê Suriyê herwiha li giştî Rojhilata navîn û cîhanê gel bi pêşengiya jin û ciwanan dadikeve qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dike û asta berxwedan û têkoşînê bilintir dibe, ku heqîqeta vê di kampaniyaya ku ji aliyê 74 welatan  ku di bin diruşmeya ”ji rêber APO azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatibû despêkirin ,ku ev kampaniya ji aliyê kesên zanist ,siyasetmedar ,hunermend,sosyalîst,rêxistin ,tevger û saziyên jinan  û tevlî vê kampaniyayê bûn û daketin qadên azadiyê cur bi cur çalakî hatin lidarxistin ,kongreyên navnetewî  û konferans li her welatekî hatin li darxistin û komxebat hatin çêkirin rojeva van çalakiyan ûkombûnan nîqaş û analîzên di derbarê tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî a Rêbertî bû ,her kes gihiştiyê wê zanebûnê ku dewleta Tirk û dewletên Nato ji hêza Rêber APO ditirse lewma tecrîd li ser tecrîdê tê pêkanîn, û bi riya vê tecrîdê dixwazin vîna gelê azadîxwaz bişkînin ,herçendî heskirina di dilê dayikan de mezintir dibe û ev vedguhere berxwedanê ji azadiya fîzîkî ya Rêbertî ewçend jî dewletên hegemon tecrîdê girantir dikin,lê li beranber van kiriyaran CPTû rêxistinên mafê mirovan herwıha dewletön navnetewey’ bê dengin em vê bêdengiya wan şermezar dikin .

Ji bo misogeriya azadiya rêberê xwe emê her li qadan bin

Berdevka Kongra Star Rîhan loqo wiha dawî li gotina xwe anî û got’ êdî  dem dema ku wijdanê mirovahiyê bikeve tevgerê de û Rêber APO di nava gel ,jin û ciwanan de ewên ku aşiqê felsefeya azadê a Rêberê xwene di nav wan de kêliyên azadiyê bi hevre jiyan bikin .bila dost û dijmin baş bizanibin gelê ku fikir û rihê xwe bi felsefeya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk honandiyê ewê ticar neşkê û bi vîn û berxwedaniî û têkoşîna xwe vê komployê vala derxîne û wê her li qadanbin daku tecrîdê pûç bike ,ne tenê ev lê belê ev 10 salên şoreşê li Bakur û Rojhilatê Suriyê herwiha 2 salê şoreşa Jin Jiyan Azadî ku li Rojhilatê kurdistanê despêkiri û berdewam dike di heman demê de her kêlî berxwedaniya ku di çeperên şer de ji aliyê şervanan li çiyayên azad ku di nav her şert û mercê sermaya zivistanê de li ber xwe didin ev hişt ku di warê rih mejî û bîrdoziya şoreşa Apogerî li hember êrîş ,komplo û her cure tecrîdê bi ser bikeve û komploger û hişmendiya hegemon bi binbikeve û efsaneyên dîrokî xêz dikin .

Lewra emê bi rihê berxwedana Îmralî têkoşîna şoreşa azadiyê û projeya netewa demokratîk bi ser bixin Îmralî ji bo me îlhama hêvî ku em berxwedanê mezintir bikin e û emê di çarçoveya kampanya ku di bin diruşmeya ”ji rêber APO azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî”  heya misogeriya azadiyê em her li qadan bin .

Back to top button