ÇalakîNûçe

Kongra Star a kantona Qamişlo civîna xweyî salê li darxist

Di seatên sibê de kongra star a kantona Qamişlo bi koordînasyon û rêvebir û xebatkarên xweyî komîteyan civîna xweyî salane li darxistin .

di bin diruîmeya Bi rihê şehîdên demê emê tekoşîna xwe bilind bikin Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyê azadiyê hate destpêkirin û di piştre ji aliyê dîwanê ve rojeva civînê hate eşkere kirin

1-rewşa siyasî

2-rewşa jin

3-rewşa rêxistinî

4-rexne û rexnedayîn

5-pişniyarî û pilansazî

Axaftina vekirinê ji aliyê endama koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê ji  Şîraz hemo ve hat kirin û wiha got ,Bi berxwedaniyeke bê hempa li rojavayê kurdistanê ku tê dayin ,ji qada berxwedaneke zindî ji qada rojavayê kurdistanê ji vir heya bi Imraliyê em Rêber APO silav dikin ji gerîlayê ku li serê çiya li berxwe didin ,ji wan jinên ku li hember her şêwazê tundiyê li berxwe didin û ji tundiyê re dibêjin na em wan silav dikin.

Emê li rojavayê kurdistanê bi berxwedaniya xwe li hember her cureyên tundî û dagirkeriyê van êrîşên ku li seranserî bakur û rojhilatê suriyê diqewime serî hildin û berxwedaniya xwe bidomînin

Di qadeke weke bakur û rojhilatê suriyê ku em bi her cureyên êrîşan re rû bi rxû ne pêdiviyek wiha heye ku em van rewşan û geşedanan baş analîz bikin daku em bikaribin pilansaziya xwe ya ka û xebatê ya pêşerojê bidin zelalkirin

Dewleta Tirk îro di siyaseta bi welatên dervere iflaseke mezin jiyan dike ketiye nava lewaziyeke mezin de

Yek ji projeyên dewleta Tirk li rojhilata navîn ewe ku bi her awayî guhertina demografîk bide ava kirin,ji ber ku yek ji armancên kapitalîzmê yên girîng û sereke ku kesayet netew ne ê xwe bin herwiha sereke armanca êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê suriyê gel dev ji welatê xwe cihû warê xwe berde û li şuna wan gelên ji walatên din bên bi cî kirin .

Lewma pêwîstiyek mezin bi vê heye ku em weke jin li ser esasê felsefe û birdoziya xwebûnê û wekheviya netew û gelan û avakirina civakeke demokratî bi ser bixînin.

Herwiha Şîraz bal kişand ser şerê  ku di navbera Israîl û Hemasê de diqewime ,wekî ku tê dîtin ku li wir gelek heye  û ew gel  ji bo jiyan bike û mafê xwe bi dest bixe li berxwe didin  lê dîsa jî ê ku dibe qurbanî ew gelê bindeste .

Herwiha îrojî em rewşa gelê kurd  û bakur û rojhilatê suriyê ku li vir gel ji bo maf û çanda xwe li berxwe didie ji bo ava kirina civakeke demokratîk û avakirina wekheviya hemû pêkhateya lê dîsajî gel ji êrîş û komkujiyan rizgar  nabe .

Ji xwe hemû kirêtî û kiryarê ku îro li ser gelan û gelê bakur û rojhilatê suriyê tê pêkanîn encama tifaqên Lozanê ye ku bi salane ev kirêtê xwe berdewam dike .

Ger em van rewşên ku tên jiyan kirin em baş analîz nekin emê nikaribin şêwazê têkoşîna li dijî van kiryaran bi awayek rast bikin .

Pışti axaftına vekırınê perspektîfên Rêbertiyê ji aliyê Hena Xalid muxeteba rêbebirên dibistanan ve hat xwendin  ku naveroka perspektîfê wiha bû .bo taybet jinên ku xwe fedayî vê têkoşîn kirine ku ewin ê ku bibin pêşengê civakeke azad ,herwiha di perspektîfan de li ser mijara namûsê hatibû seknîn ku namûs azadiyê û li ser vê hişmendiyê jin dikarin civakê perwerde bikin bi teybetî dikarin giringî bidin perwerdeya zarokan ku hişmendiya civakeke azad ji zaroktî de di aqlê mirovan de bidin ava kirin , di ava  kirina jiyaneke azad jin bi her awayî xwe perwerde bikin ji ber ku perwerde ji nan û avê bi nirxtire ,pêwîstr çşan wergerînin perwerdê ji ber ku êş û her zehmetî bi rêya perwerdê û xwe zana kirinê dikarin derbas bikin ,çawa ku sedsalên derbasbuyî xwe dispêrin kedê ez jî dibêjin ku sedsala 21 xwe dispêre azadiya jinê .

Pêwîste ku hun di vê zanebûnê debin ku ev ne ol e ke elê belê ev çand û hunereke lewma pêwîste ku hûn vê çandê li tevahiya jinan belav bikin ,projeya jiyana azad li vir akademîk bikin ,hizir û birdoziya xwe bi awayekî demokratîk û azad bidin avakirin,lewma pêdivê pê heye ku giringî ji avakirina akademiyan re bê dayîn û di wir de mirovan li ser fikir û birdoziya azadiyê bidin pêşxistin, herwiha pêwîste em di xwede felsefeya gulê bidin pêşxistin ku çawa gulek mafê weyî xwe parastinê heye ewqa jî mafê jin ya xwe parastina cewherî heya ,di heman demê de ji bo jin xwe bi xwe bi rêve bibe dikarin gelek ciyê kar ava bikin ji bo wê jî dikarin xwe di zanista aborî de kur bikin .

Em van derfetan incex dikarin bi têkoşîna li dij feraseta sîstema kapitalis bikin û bi ava kirina netewa demoratîk bibe elternatîv û çareseriya civakeke azad û demokratîk .

Dı pışti ku xwendına perspektifan bi dawî bû ,rapora xebata salekê ya kongra star ya kantona Qamişlo ji aliyê endama kordînasyona kantonê Iptisam husên ve hat xwendin  ,ku rapor li ser sernav û rojevên wiha hatibû amadekirin rewşa siyasî ,di rewşa siyasî de herî zêde li ser geşedanên li rojhilata navîn û cîhanê diqewime ku çawa ev geşedan bandora xwe li ser pêşde çûn û destkeftiyên şoreşa rojava û bakur û rojhilatê suriyê dike herwiha rewşa Rêbertî û tecrîda girankirî hat rawestandin -rewşa jin  herî zêde li ser armanca şerê taybet ku îro li ser jin ciwan û zarokan û bi giştî civakê tê meşandin ku çawa kirêtkirina exlaqê civakê dike armanca şerê xwe û bandorê wê li ser civakê ,herwiha rê û şêwazên rêgirtina li hemberî van şeran bi rêya perwerdey û zanistên birdozî ji bo avakirina civakeke paqij û nişmî -rewşa rêxistinî-rexne û rexnedayîn,di van dernavan û rojevan de jî li ser kêmasî û lewaziyên ku di kar de xwe dane der bi rêya mekanîzmeya rexne û rexnedayînê hate rawestîn ,û li vir derfeta nirxandina kar û xebatê ji beşdarvanan re hat dayîn û ji bo pêşerojê-pişniyarî-pilansaziya sala bê hat eşkere kirin .

û civîn bi diruşmeya bê serok jiyan nabe -jin jiyan azadî bi dawî bû

 

 

Back to top button