HevpeyvînNûçe

Rîma Îsa: Mafê me ye ku em rewşa Rê,berê xwe bizanibin

Endama rêveberiya Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku mafê wan heye rewşa Rê,berê Gelê Kurd Ab,dulah Oc,alan bizanibin û got ku heya agahiyek li ser rewşa Oc,alan neyê girtin dê gel li qadan be.

Ji ber erdheja ku çend roj berê li rojavayê Tirkiyeyê bi pileya 5.1 çêbûbû û hatibû diyarkirin ku erdhej bi kûrahiya 11 kîlometreyan dûr 32 kîlometreyan li bakur rojavayê Bursayê rû daye, bala her kesê çû ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan ê li Gireva Îmraliyê ku dikeve Gemlîka Bursayê tê girtin. Ji ber ku ji 25`ê Adara 2021`ê ve, tu agahî jê nayê girtin. Berdevka Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa ya li ser mijarê axivî destnîşan kir ku ew derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi fikar in û got heya zelalkirina rewşa wî û şikandina tecrîda girankirî ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Rîma Îsa diyar kir ku mafê gelê Kurd heye ku agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigrin û wiha anî ziman: “Erdhejeke dijwar çêbû, 3 bajar ji ber erdhejê bi bandor bûn û Girava Îmraliyê jî nêzî navenda erdhejê ye. Rêber Abdullah Ocalan hewl dide neteweya demokratîk û jiyana hevbeş, azadiya jinan û edaletê pêk bîne. Em deyndarên Rêbertî ne, mafê me heye rewşa wî ya tenduristiyê bizanibin. Desthilatdariya Tirk bi tecrîdê dixwaze Rêbertî ji gel dûr bixe lê ev yek dê pêk neyê heya ku tecrîd hebe wê gel li qadan be.”

‘Em ê li kolanan bin’

Rîma Îsa bi tundî, helwestên şermok ên rêxistinên navneteweyî û CPT`yê şermezar kir û wiha domand: “Ji ber ku şoreşger e û banga azadiyê li gelan dike, dîl hat girtin. Ji bo azadiya wî jî em amade ne fedakariyê bikin. Weke rêxistina jinan heya ku em tecrîdê neşikînin û agahî ji rewşa Rêbertî negirin em nasekinin. Di bin çi şert û mercê de be em ê li kolanan bin û doza şikandina tecrîdê û zanîna rewşa wî ya tenduristiyê bikin. Ji ber ku tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye.”

Banga têkoşînê

Rîma Îsa bang li rêxistinên mirovî kir û got: “Ka mafên mirovan? Îro Rêber Ocalan temenî wî 74 salî ye. Bi vî temenê xwe di zindanê de ye. Em dixwazin rêxistinên mirovî destên xwe deynîn ser wijdanê xwe û li ser rewşa serokatî bisekinin.”

Rîma Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku ji bo zanîna rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dakevin qadan.

 

Back to top button