DaxuyanîKomîta civakîNûçe

ŞOREŞA KU JINÊ AZAD NAKE NE ŞOREŞ E.

Berhevkirina noten ji hevpeyvinên li ser jîn, Perwîn Buldan û Re،bêr Oc،al،an re.

  pilatforma jin ya ekolojî ,beşdariyaxwe a ji  pengava ji Abdullah Ocalan re azadi, pirsgerekê Kurd re çareseriya siyasî ,ku di her roja çarşemê de vê çalakiyê zindî dikin.

Îroj 20-12-2023  bi daxuyaniyek runiştî li parka 19ê Tîrmehê hat pêkanîn.û li wir notê hevdîtinê yên bi Rêber Ocalan re hat xwendin

(Serok û rayedar sekinîbûn û li bendê bûn.)

Perwîn Buldan; Serokatî tu çawa yî, tenduristiya te çawa ye?

Abdullah Öcalan; Ez baş im, tu çawa yî, tu çiqas bersivdar î? Hûn ji bo mîsyonê çiqas amade ne? Min te jî xiste bin vî barî. Lê pir girîng e ku hûn dilxwaz û amade bin. Tevî ku hûn bi dilxwazî ​​hatine. Ez naxwazim te bixim bin vî barî.
Abdullah Öcalan; (Wî notên di destê xwe de da Perwînê.) Vana binivîsîne.
Sırrı Süreyya Önder; Ji ber ku Perwîn xanim dê derbas bike, bila ez rojevê binivîsim. Pervîn Buldan;  Serokatî, beriya her tiştî silavên hevserok û komê(grup) heye. Ji xebatkarên Platforma “Ji Ocalan re Azadî” ya li bajarê Koln ê Elmanya’yê nota agahdarkirinê heye. Wan ji we re nimûneyek ji karê xwe şandin.

Abdullah Öcalan; Erê ez ê bibînim.

(Li Perwînê dizivire)

Bi rastî ez nefikirîm ne pesnê te bıdım  û ne jî te  rexne bikim. Bi rastî hûn ne hewce ne. Lê dîsa jî ez ê li ser te bi xwe tiştekî bibêjim. Diyar e hûn dixwazin siyaset û xebatê bikin. Hûn jî dixebitin.

Ez jî difikirim ku hûn ê wê kêrhatî bibînin. Hûn dikarin beşdarî her cûre karan bibin. Polîtîkaya me ya jinan girîng e. Nêzîkatiya me ya ji bo jinan girîng e. Ez xwe evîndarê jinan dibînim. Ez ji wan re rêzdar im, ew hêja ne. Li hemberî jinan prensîbeke me heye. Jiyana te Nefertîtî tîne bîra min, ku di serdema dîrokî ya fîrewnên Mîtanî-Misrê de jiyaye. Paytexta wê demê Serêkaniye bû. Mêrê Nefertîtî jî tê kuştin. Ew jî jineke pir bi hêz e. Savaş Buldan jî mixabin bi awayekî hovane hat qetilkirin. Weke Dehhak mirovên herî jîr û mêrxas ên kurdan kuştin. Bi vî awayî mejiyê xortên kurd xwarin. Divê em dev ji vî şerê, wekaletê berdin. Min berê jî van tezên xwe li ser vê yekê pêşxist. Ev diyalektîkeke dîrokî ye.  Dema ez zarok bûm diya min her tim ji min re digot “Kurê min bênamus derket”. Ji ber ku wan dît ku ez bi kurê malbata dijmin re li çiyayan dimeşim. Ew Hesen Bindal bû. Paşê hat gulebarankirin. Hûn dizanin, bi rastî ewe yê ku ez xilas kirim. Bi vî awayî min feraseta(nezikatiye) xwe ya azadî û rûmetê pêş xist. Şêwaz û xitabêt girîng in. Divê hûn wê bi guncavtir û bi bandortir bikar bînin. Cihê u demê wê girîng e. Nîvê serkeftinê şêwaz û xitabet e. Hûn du dilî dijîn. Tu keçeke eşîrî yî û dilsoziya te kevneşopî ye. Lê ev kevneşopiya hêja di nav modernîteyê de cih nagire. Kesayetiya Kurd bi wateya ‘azad’ nîne. Di hiqûqa kurdan de jin ji xwe mirine. Mêrik jî miriye. We jî derbeyek mezin xwar. Divê mirov bîst salên dawî analîz bike, ev ji nû ve zayîn e. Wın neha di nîvê rê de ne, wın dikarin ji nûde xwe vejînin. Min şaş fam nek e. Ji bo min Sawaş kesayetiyek pir bi esil e. Hûn ê vê bi prensîba azadiyê re bikin yek. Hûn dikarin gelek tiştan hilweşînin. Tu xwedî kesayetiyek wêrek û serhişk e. Ev girîng û hêja ye. Divê em azadî û nasnameya jinê jî nas bikin.  Kesîre bû mamosteya min a rast. Ez gelek tişt jê fêr bûm. kesên li Qendîlê jî pêwîste jı tere gotibin min çi bêre jiyan kir. Kemal, Xayrî, Cemîl bûn şahidê çend tiştan. Wan jî biryara kuştina wê dan. Lê min bawer nedikir ku bi kuştina jinan zilamtiya xwe bi dest bixim. Min bi wê re dest bi têkoşîna jinan kir. Zilam her tim lawaz in, dema ku mijar ji jinan tê. Ger hûn wek kole li jinan u têkiliyên bi jinan re binêrin hûn qediyane. Hûn dikarin xwe bi pirtûkan têr bikin. Ez gelek name digrim, lê hinek ji wan nayên radestkirin. Di nav nameyên hatin de ez dixwazim silavên taybet ji hin jinan re bişînim. Gulan Kılıçoğlu. Ew ji min re dibêje ‘Nîşeya 8’ê ya ezîz’. Ji ber vê yekê ez jê re dibêjin  tu jî nota 9-ê. Elîf Uludağ, çîroka vê ya li girtîgeha Êlihê jî mîna ya we ye. Silavên min ên taybet jî bidin wê.

Pervîn Buldan; Herî dawî kurê wê şehîd bû.

Abdullah Öcalan; Sersaxiyên min ragihînin. Her wiha Şenay Atli li Edeneyê Karataş nameyek xweş nivîsî, ji kerema xwe silavên min ên taybet bigihînin. Ayfer Alçîçek ji girtîgeha Alanyayê, Şerife Îlbasan ji girtîgeha Gebzeyê, Ferda Îldan jî, ez dibêm li Amedê be, tam nayê bîra min, silavên xwe ji wan re dişînim. Paşnavê yek jî Nîlûfer Şahîn e li Enqereyê, silavên taybet jê re jî dikin. Ji wî re bêje ku li pirtûka min a dawî binêre. Her wiha silavên xwe yên taybet ji hemû namzetan, malbatên Roboskî, hemû malbatên din, girtiyên nexweş, jin û ciwanan û hemû girtîgehan re dişînim.  Abdullah Öcalan;  Ez ji jinên di girtîgehê de gelek name digrim. Bi dilsozî û hezkirineke mezin dinivîsin. Jinên li Qendîlê jî wisa ne. Girêdana wan jî heye . Bi jinan re mirov dikare bi awayekî pirxweş bijî, lê jin îro di rewşeke belengaze de ne. Pirsgirêka bûkên zarokan. Tiştekî pir bi êş e. Dema tu bigirî ew dibe jin, tecawizî wê bike dibe cesed. Wê demê merov çawa li rûyê wê binêre? Em keçên Qendîlê bi vî awayî perwerde dikin. Em hem lingên wan û hem jî mejiyê wan xurt dikin. Em vîna(irade) wan vedikin.

(Li Pervînê dizivire)Carinan ez jî rojane li rewşa te difikirim. We bîst sal berê mirinek hovane dît. Lê ev jiyan ne rêxistin û ne jî sazîbûn heye. Hûn dikarin ji min alîkariyê bixwazin, hûn dikarin bibin birêvebir(lider), hûn dikarin bibin rêber lê divê hûn wêrek bin.

Şoreşa ku nikaribe jinê azad bike ne şoreş e. Rêxistineke ku nikaribe jinan birêxistin bike ne rêxistin e. Ger ez nikarim alîkariya te bikim, ez nikarim rêberiyê bikim.

 

Back to top button