ÇalakîNûçe

Yekemîn Konferansa Meclisa Jin A Di Kongra Islama Demokratîk De Li Bakur û Rojhilatê Suriyê,hat lı darxıstın

Yekemîn Konferansa Meclisa Jin A Di Kongra Islama Demokratîk De Li Bakur û Rojhilatê Suriyê,Di Bin Diruşmeya ((Bi Hêza Bawerî û Ramana Islama Demokratîk,Emê Civaka Exlaqî û Polîtîk Vejîn Bikin)) li zanîngeha rojava a bajarê Qamişlo hat li darxistin.

zêdetirî 300 delegeyan ji sazî û rêxistinên jinan li ser asta bakur û rojhilatê suriyê beşdarî konferansa meclisa jin a islama demokratîk bûn .

konferan bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir herwiha dîwarên konferansê bi diruşme û nivîsên ku behsa islamaa demokratîk û ava kirina civakeke exlaqî û polîtîk dike hatibûn daliqandin .diruşmeyên jin jiyan azadî hatibûn nîvisandin

Piştî hilbijartina dîwana konferansê.

Axaftna vekirnê ji aliyê hevseroka islama demokratîk Delal Xelîl ve hat kirin.

Welîde Botî :di serî de em vê konferansê li rêber APO pîroz dikin ,ku ev konferans di bin diruşmeya  ((Bi Hêza Bawerî û Ramana Islama Demokratîk,Emê Civaka Exlaqî û Polîtîk Vejîn Bikin)) vê konferansê li jinan û li civaka bakur û rojhilatê suriyê pîroz dikin ,ji ber ku em li vir civakeke exlaqî û polîtîk vejîn dikin,em di wê hêvî û baweriyê dene ku wê ev konferans bibe wesîleya jiyaneke demokratîk û islameke demokratîk,herwiha rastiya hêza jin di guhertina civakê de wê were eşkere kirin .

Welîde bal kişand li ser salvegera yekemîn a komkujiya parîsê ku di şexsê hevrê Evîn goyî ,mîr perwer,Abdurahman gezer de hatibû pêkanîn di heman demê de salvegera dehemîn a komkujiya parîsê ku di şexsê hersê hevalên jin Sakîne cansiz,fîdan doxan,leyla şaylemez de şermezar kir,di şexsê wan de em hemû şehîdan bi bîrtînin,wek çawa ku di dîrokê de jin her dem rastî çewisandin û qirkirinê hatiye,îro jin li qadeke wekî kongra islama demokratîk  ku jin cih digre tê vê wateyê ku serî hildaneke li dijî hemû sîstemên desthilatdar yên ku dixwazin hêz û vîna jin biçewisînin ,li vir ispat dike ku jin di her warî de xwedî  hêz e,û bi hêza xwe bawer e,û xwediya wê hest û ramanê ye ku wê vê demokrasiyê di civakê de bi ser bixîne ,û guhertin û veguhertinê di nava civakê de pêkbane,jin êdî gihiştiye wê astê ku nema wê nêrîna sîstema mêrê serdest dipejirîne.ji bo netewa demokratî herwiha islama demokratîk bi serkeve di civakeke weke civaka bakur û rojhilatê suriyê gelek beldêlên giranbuha hatin dayîn ku gelek jinên qehreman pêşengî ji avakirina vê sîstemê re kirin.

Herwiha Welîde di axaftina xwede bal kişaênd ser ser ku herdem civak di şexsê jinan de hatine qirkirin,bi taybet dorpêçkirina jin di bin navê ol de yan jî di bin navê irf û adatên civaka hevneşop de be ,ev jî kirasek li gora sîstem dixwaze lê tê kirin,lê îro bi saya têkoşîna jinan em dibînin ku ev kiras tê qetandin,wek tê zanîn bi giştî ol û baweriyên ku daketin nav civakan ji bo avakirina edalet û aşîtiyê bû lê belê sîstema desthilatdar ev ol û bawerî xwestin li gora berjewendiyên xwe li ser civakan pêk bînin ,lewra em îro di ferq û zanebûna vê leystokê de ne û em wek jin li vir bi vê zanebûnê têkoşîna vê hişmendiyê dikin da ku careke din em vegerin li cewherê islama rast,herwiha em li cewhera jin a ku civakbûn ,edalet wekhevî li dora xwe diafiran bidin a vakirin , ev jî tê wateya destkeftiyên mezin ji bo şoreşa jin di nava şoreşa rojava de,helbet gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn ji bo em bihêjin van destkeftiyan.

Endama koordînasyona Kongra Star Welîde Botî ,balkişand li ser vejînkirina hevpeymana civakî ku di nava hevpeymana civakî de temsîla maf û hebûna hemû pêkhateyan dike bi awayekî adil û wekhev hemû netew pêkhate nasnameya xwe têde dibînin helbet ev jî bi pêşengiya jinan li bakur û rojhilatê suriyê tê pêkanîn.

Endama kombûna jinan a Zenobiya Meriyem Osman: ez jinên ku niha li vê konferansê amade ne silav dikim ,ger em behsa islamê bikin em dikarin bêjin ku mirovakî û bi taybet jî jin ji cahiliyetê rizgar kiriye ,herwiha rêberek wek Abdullah Ocalan rêya azadiyê ji bo jinan vekir ku em vê rastiyê di destkeftiyên şoreşê de dibînin ku em xwediyê wê baweriyê ne wê ev şoreş bi pêşengiya jin bi ser bikeve.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê Fatma Xelîl: Fatma konferans li tevahiya jinên têkoşer pîroz kir û got ,wek tê zanîn ku ev sazî li bakur û rojhilatê suriyê hatiye sazkirin ,ev sazî xwedî wate û giringiyeke pir mezine ji bo parastina rûmeta mirovan bi taybet ji bo yekîtiya jinan û hevgirtina jinan ji hemû pêkhateyên li vî welatî xwedî giringiyeke mezine ji bo avakirina civakeke demokrat da ku li hember her cureyên ji rêderxistina civakê têbikoşe bi taybetî ev têkoşîn bi pêşengiya jinan li pêş dikeve ,û wê ev hevgirtin bibe wesîleya vejînkirina islama hqîqî a ku temsîla hebûn û aşîtiyê di nava gelan de dike.

Endama Meclisa Jin a Kongra Islama Demokratîk Emîra -El Ezo : cîhana me aloziyên pir giran dijî ewjî ji çanda kaptalîst a bikaranînê tê ,sîstema ku bi van şerên qirkirinê tevahiya hebûnan ter û hişt bi hevre tine dike ku dibe sedema çolostanan û kuştina bi milyonan mirov ,ev jî ji ber çanda bê exlaq a ku di civakan de belav buye ,herwiha sîstema kapîtalîs ne tenê tinekirina bedenî herwiha rih mezî çand mirov bi madeyên hişbirê û bi rêya amûrên teknîkê ber bi Robotbûnê ve birine  jî tê wateya ku ol ji exlaqê hatiye durxistin .lê belê wek tê zanîn ku ol û pirtukê xwedê yên pîroz hemû ji bo avakirina maf û edaletê di navbera mirov û civakan de ,û avakirina exlaq û rêzgirtinê di nav mirovan de û pêkanîna aramî û aşîtiê di nav gelan de .lewra ola islamê ol a çareseriyê ye .

Di piştrejî Rapora Meclisa Jin a Islama Demokratîk ji aliyê endama Kongra Islama Demokratîk  Jiyan Abbas ve hat xwendin ,ku di raporê de li ser rewşa gel û civaka Bakur û Rojhilatê Suriyê de herwiha şert û mercên ku civak têde jiyan dike bi taybetî ewqas şerên ku li ser herêmê diqewimin di heman demê de ku çawa jin û zarok dibin qurbaniyê van şeran qaşo şerên ku di bin navê islamê de dikin ,lewra ger li vir em hêz û yekîtiya jinan mezin nekin wê herdem jin bibin quranî ji vê islama siyasî re ,lewra pêdiviyek lezgîn bi analîzkirina polîtîkayên di bin navê ol de heye bi taybet wek jin pêwîstî heye ku rewşa heyî bê fêmkirin û ji bo qurbanî zêde nebin tevdîr werin girtin ev jî incex bi yekbûna jinên ji hemû pêkhateyan bi vejînkirina civaka exlaqî û polîtîk .

Herwiha di berdewamiya raporê de rewşa jin hatibû ravekirin ,bi taybetî ji durî islama demokratîk jiîn ku çawa dibe sedema binpêkirina mafê jin ,herwiha hişmendiya di bin perdeya islamê ve buye sedema veşartina jin û hêz û nasnameya wê jê tê girtin û di bin navê namûsê de hebûna jinê û rola wê bê bandor dike,û ev jî bi navê islama siyasî ku dikeve xizmeta sîstema desthiladar de tê kirin ,herwiha di bin navê ol û gotina ku wê ciyê wan buhuşt be ew birin li bazarên koleyan firotin di heman demê de di bin navê şerîetê li Afxanistanê jin ji mafê wêyî kar û xwendinê hatin durxistin ,û ji vê re jî dibêjin zagon di bin navê namûz  şerîet û zagonan de ev hişmendî xwe li ser jin û civakê ferz dike û di bin navê îtaeta ji mêr re tê wateya îtaeta ji xweda re ev jî jinê ber bi koletiyeke bê binî dibe û koletî bi jin tê vexwarin.lewra ji bo em xwe ji van pirsgirêkan jinan û civakê rizgar bikin em hewil didin asta perwerdê di vê qadê de bilind bikin daku bibe hêza guhertin û veguhertina hişmendiya mêr a ku di bin navê islamê de civakê û jinê dike kole û çawa di vir de nasnameya jinê derxînin pêş ,ji ber ku hîn jî jin bi hewceyî rêxistin û baweriya bi hêza xwe anînê ne ,û li ji bo pêşxistina islamek demikratîk pêwîstiya jin a baweriya wê bi hêza wê heye û di wê baweriyê de bin ku li ser esasê felsefeya Jin Jiyan Azadî wê ev qad karibe bi pêşengiya jin a ku ji bo azadiya xwe û nasnameya xwe têdikoşe wê islama demokratîk bi ser bikeve .

Di piştre  sinefizyonek ku behsa kar û xebata meclisa jin a islama demokratîk dike pêşkêşî konferansê hat kirin .

Herwiha gelek peymên jinan ji welatên Ereb û Rojhilata Navîn û Ewrupa pêşkêşî konferansê hat kirin.

Di piştrejî derfeta nîqaşê ji beşdarvanan re hat dayîn.

Ji aliyê endama meclisa jin a kongra islama demokratîk Xilûd Ebdo ve rêziknameya kongrê hat xwendin.

Di piştî bi dawî kirina rêziknameyê koordînasyonek ji 7 kesan hate hilbijartin û jı bo derbasî ser kar û erkên xwe bibinn sond xwarin

konferansê bi encamnameyekê bi dawî bû encamname ji aliyê Evîn Hecî hevseroka meclisa jin a Islama demokratîk ve hat xwendin encamname wihane :

Ji bo bidestxistina armanca bingehîn a avakirina civakeke exlaqî û polîtîk û belavkirina nirxên bilind ên îslamî, encam û plansaziya çalakiyê

1- Xebat ji bo damezrandina akademiyek taybet ji bo Meclisa Jin di Kongra Îslama Demokratîk de ji bo ku kadroyên jinan di dersên (fikrî, zanistî, olî) de ji bo pêkanîna rola jinan a olî û civakî.
2- Bihêzkirina ragihandina Meclisê bi amadekirina plansaziyeke medyayî ya herdemî ku tê de bernameyên ku pirsgirêkên jinan di ol û civakê de binirxînin tê de hene.
3- Xebat ji bo berfirehkirina peywendiyan li ser asta herêmî û cîhanî di warê danûstandina serdan û lidarxistina semîneran bi rêya platformên medyaya civakî.
4- Xebat li ser amadekirina korsên perwerdehiya întensîv (girtî û vekirî)
5- Berdewamkirina lêkolîna taybet li ser hedîsên lawaz û çêkirî yên derbarê jinan de û komkirina wan di pirtûkek taybet de.
6- Birêxistinkirina xebatên Meclisa Jinan li herêmên ku hîn nehatine birêxistinkirin û li gorî pêwîstiyê zêdekirina endaman
7- Xebat ji bo bilindkirina rola jinan di Komîteya Fetwa û Îctîhadê di çarçoveya Konferansa Îslama Demokratîk de.


 

 

Back to top button