Daxuyanî

Kongra Star: Tolhildana jinan hêz û zanebûna jinan a polîtîk e

Meclîsa Kongra Star a Rojava ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî, destnîşan kir ku tolhildana komku,jiyan hêz û zanebûna jinan a polîtîk e û got, “Sala 2024’an em bikin sala pêkanîna edalet û tolhildana hevalê xwe.”

Di 9’ê Çileyê de her sê jinên pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê hatin qetîlkirin. Meclîsa Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî her sê jinên pêşeng bi bîr anîn.

Daxuyaniya ku hate dayîn wiha bû:

“11’emîn salvegera rêhevalên hêja yên ku di oxira azadiyê de gihiştin şehadetê wek lêgerîna heqîqetê rêheval Sara û hevalên me Fîdan, Leyla, Evîn, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil birêzdarî bi bîrtînin. Em li hemberî hezên komploger û tarî  têkoşîna xwe bilnd bikin bi sozdayîna tolhildana wan û binxistina hêzên nijadperest û faşîst didin. Rêhevala me ya ku girêdana xwe bi ax û gelê xwe re dihat naskirin bi tova yekemin ya vejîna netewa kurd dest bi tevgera xwe ya li ser xeta bîrdoziya jine kir. Jina serhildêr li hember celadê xwe serî netewand tekoşîna wê ji bo tevahî  jina bû ronahî. Rêhevala Fîdan di nava sîstema kapîtalîzmê de serî netewand ji bo têkiliyên gelê kurd û gelên Ewrupa ji bo netewa demokratîk di nava hewildanan de bû. Her wiha hevala Leyla ji bo ku  ciwanên kurd di nava pençê qirkirinê de rizgar bike û di nava tekoşîneke  bê dawî de bû.

Hîna Parîs kujerê hersê peşengên kurd zelal nekiriye cardin destê xwe xistin xwîna kurda de 3 peşengên din yên kurd şehîd kirin. Heval Evîn ya ku li hemberî hêza berdewamiya faşîzma tirk DAİŞ  şer kir jina pêşeng a gelê xwe li herderê parast û bawerî û girêdana xwe bi azadiye re heya nefesa dawiyê berdewam kir. Hevalê Mîr Perwer çanda xwe ya dayikê parast teslîmî qirkirinê nekir. Hevalê Abdurahman welat parêzê hêja ji ber zilma faşît a Tirk  qaşo derbasî ciyekî bi ewle bû, di nava dilê kapîtalîzmê de çanda xwe parast û terka doza xwe nekir û herdemê li ber xwe da.”

‘Tolhildana jinan hêz û zanebûna jin a polîtîk e’

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku tolhildana jinan hêz û zanebûna jin a polîtîk e û wiha bi dawî bû: “Li dijî Komkujiya Parîsê û hemû qirkirinên li hember gelê me û peşengên me em ê herdem li berxwe bidin û têkoşîna xwe bighînin asta herî jor li ser van bingehan. Em weke meclisa Kongra Star di salvegera şehadeta rêhevalên xwe yên têkoşer de bi minetdarî bi bîrtînin û tevahî kiriyarên ku li dijî jinan têne kirin şermezar dikin da ku em kujeran û qirkeran ceza bikin û tola hevalê xwe li erdê nehêlin. Divê em bi hemû hêza xwe û zanebûna ku xeta berxwedanê xeta jiyanê ye bilind bikin. Pêwîste em weke jin di qada polîtîk û civakî de serkeftinên mezin bi dest bixin, tolhildana jinan xurtikirina hêz û zanebûna jin ya polîtîk e. Li ser vî esasî em bang li tevahî rêxistin, insiyatîf û tevgerên jinan dikin ku sala 2024’an em bikin sala pêkanîna edalet û tolhildana hevalê xwe.

Bijî Jinên Azad, şehîd namirin, bimirin kujer û qirkerên jinan.”

Back to top button