ArşîvNûçe

Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê Civîna xwe ya salane li darxist

Di 27ê çileya 2024an kongra star civîna xwe ya salana li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê di bin dirûşmeya ''Bi pêşengiya zelal û nûdeman emê tecrîdê bişkînin,rêxistinê ava bikin '',beşdarvanên civînê ji rêvebir meclis û xebatkarên Kongra star bûn .

Pıştî kongreya 9emîn a  Kongra Star ku di 15ê çileya 2023an hat li darxistin û heya niha di nava salekê de biryarên ku di kongrê de hatibûn girtin herwiha çalakî û xebatên hatibûn meşandin ,ev car jî di civîna xwede wê nebesî û lewaziyên ku derketine pêş bên nirxandin û bi analîz û rêdana birdozî li ser were rawestandin.

Beriya ku civîn   destpê bike bi deqeyekê rêzgirti ji bo giyanê şehîd û pakrawanê azadiyê rawestiyan .

Ji bo vekirina civînê ji aliyê Berdevka Kongra Star a Kongra Star Rîhan Loqo ve axaftinek hat kirin û Rîhan wiha got:di şexsê hevrê û pêşenga me jinan Zelal Zagros û Nûda hemû şehîdên azadiya kurdistan û mirovahiyê bi bîrtînin .wek tê zanîn em di van rojên bi nirxde dijîn wek doh di 26ê çileyê roja rizgarkirina Kobanê ye,di şexsê heval Barîn de em tevahiya şehîdên şoreşê bi minetdarî û bi rêz bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin ,herwiha em vê rizgarkirinê li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê bîroz dikin û li hemû şervan û xebatkarên ku di nava vî şerî de kêlî bi kêlî têkoşîn û berxwedanî û şer kirin li wan pîroz dikin,herwiha weke îroj salvegera sazkirina rêveberiya xweser li kantona Kobanê ye li ciyekî weke bajarê Kobanê bajarê berxwedanê sîstema Konfederalîzma Demokratîk hat avakirin,em li we pîroz dikin.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di berdewamiya axaftina xwede bal kişand li ser salvegera 19emîn a sazkirina rêxistina me  Kongra Star ,di şexsê hevrê Hevrîn Xelef, dayê Eqîde,dayê Emîne ,Gulê Selmo ,Fatma Hecî hemû hevalê xweyî şehîd bibîrtînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber meznahiya wan ditewînin.

Rîhan di axaftina xwede got ku meha Çil bi berxwedanî ,çalakî ,serkeftin û rizgarkirinan tijeye

Di heman demê de  salvegera 7emîn a dagirkirina Efrînê ye ,ji bo berxwedana serdmê em di şexsê Şehîd Barîn de tevahî şehîdên berxwedanan serdemê  bi brtînin ,em şervanên ku niha di van kêliyan de di çeperên şer de li berxwe didin silav dikin ,û bi taybet ji gelê me yên ku niha di kampan de di bin her şert û mercan de ji bo avakirina sîstema civakeke demokratîk kêlî bi kêlî li berxwe didin ji vir heya bi wir em heskirinên xwe rêdikin .

Di dawiya axaftina xwede behsa hersê rêhevalan kir pêşenga mezin hevrê Sakîne cansiz ,Fîdan Doxan ,Leyla şaylemez kir,bi biryardarî ,rêzdarî bibîrtînin, bi vê boneyê em soza serkeftinê li pey şopa wan  nû dikin ku emê asta têkoşînê bilind bikin û emê di vê kombûna xwe de ji bo bi hêzkirina kar û têkoşîn û xebatê ji bo avakirina civakek û malbateke demokratîk em soz didin.

Di piştre Rapora xebata salekê pêşkêşî civînê hat kirin rapor ji aliyê berdevka Komîteya perwerdê a kongra star Bêrîvan yunis ve hat xwendin .

Piştî  xwendina rapora xebata salekê rojeva yekem a civînê ji nirxandinan ev bû nirxandina Rewşa Siyasî ev rojev ji aliyê endama koordinasyona Kongra Star Dîlan Efrin hat nirxandin ,Dîlan di serî de bal kişand ser geşedanên ku diqewimin û  got:Weke tevger em di pêvajoyeke gelek zehmet û giran de derbas bûn herwiha em pêvajoyek bi serkeftin û di heman demê de bi şehadet û dana berdêlan tijî bû ,hînjî ev berxwedanî berdewam dike .

Di serî de wekî ku herkes jê agahdar e ev nêzîkî 35 mehin ji Rêbertî tu agahî nehatiye girtin tecrîdeke pir giran li ser tê pêkanîn,tecrîd di hundurê tecrîdê de tê meşandin ,tê zanîn ku ev sîstema li Îmraliyê tê meşandin bi destê kê ye û kî bi rêve dibe ,pêşengiya wê jî hêzên hegemonîk û Emerîka dide meşandin ,di hesabê wan de ev hebû ku Rêbertî teslîm bibe lê bi temamî berovajî vê Rêbertî berxwedaniya xwe hîn bilindtir kir .

Li vir a herî girîn em weke kadro û xebatkar ji bo rakirina vê tecrîdê çi dikeve ser milê me û erka me çi ye,îro tişta em binrxînin ewe ku emê ji bo azadiya Rêbertî têbikoşin ,niha jî ji aliyê gelek welatan kampaniya  ji bo azadiya fîzîk a Rêber APO hate despêkirin ev kampaniya li tevahiya cîhanê dengveda ,gelek kesên siyasetmedar fîlozof akademîsiyen û zaniyar bi vê kampaniyayê re rabûn û xwedî li paradîgmaya Rêbertî derketin û fêmkirin ku ev paradîgma hêviya mirovahiyê û azadiya xwe têde dibînin ,lewra di her demê de û di çalakiyê de pirtûkê rêbertî dixwînin ev jî ji mere dide eşkerekirin ku bandora fikir û felsefeya Rêbertî li ser civakê kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star Dîlan Efrîn  di berdewamiya axaftina xwe de got ku ger ewqas fikra rêbertî li ser mirovan bandora xwe kiriyê û di dema çareseriya pirsgirêkan de berê xwe didin pirtûkên rêbertî ev jî tê vê wateyê herçendî rêbertî bi fîzîkî dîlgirtiîbe lê belê di ruh û fikrê xwede azad e ,û niha jî çalakiyên ku destpê kirine xwendina pirtûkên rêbertî ev jî ciyê kêfxweşiyê ye ji bo tevgera me û em dikarin ji vê re bêjin şoreş.

Dîlan di axaftina xwe de bal kişand ser kesayetên mezin û got ger kesek ku bandora xwe li cîhanê bike ew kes mezine,ger her kes di lêgerîna çareseriya pirsgirêkan re berê xwe da xwendin û lêkolîna pirtûkên Rêbertî ev tê wateya meznahiya Rêbertiyê.lewra di vir de tukes nikare ji azadiya rêbertiyê re bibe asteng  û nikarin fikr û ramana Rêbertiyê tecrîd bikin ,ji xwe li vir ji bo me ya herî girîng fikir û raman e .

Dîlan di berdewamiya axaftina xwede li ser nêzîkatiya dewleta tirk a ji kampanya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî rawestiya û eşkere kir ku dewleta tir naxwaze ev kampaniya bi ser bikeve û dixwaze vê ji serekeyên rojevan bide alî lê wek ku ji raya giştîre jî tê zanîn ku ji bo xurtkirin û piştgiriya vê kampaniyayê li girtîgehan dest bi grêva birçîbûnê hat kirin ,lê ev tenê nebese em weke tevger û rêxistinên jin ji bo piştgiriya vê kampaniyayê û rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî a Rêber APO em dikarin çi bikin û pêwîste em çalakiyên çawa derxin pêş.

Endama koordînasyona Kongra Star Dîlan Efrîn wiha dawî li axaftina xwe anî” erka me wek rêxistina jin di nav geşedan û aloziyên tê jiyîn de em li kîjan aliyê wê ne pêwîste em wek jin misyona xwe bidin eşkere kirin ,ji ber ku hêviya hemû mirovahiyê di tevgera azadiya jin de ye,herwiha şerê ku di navbera Îsraîl û Hemasê de rû da armanca ji van şeran ku şerê cîhanê sêyemîn li cîhanê tevî belav bibe û li got tesbîtên hatine kirin ku di bin vî şerî û tevlîheviyê de Dewleta Tirk heye ji ber ku dewleta Tir piştgiriya Hemasê dike ,armanca dewleta Tirk ewe ku dijberên Îsraîlê zêde bibin nihajî dixwaze ku Îran jî bikeve nava vî şerî de ji ber ku di nava vê tevlîheviyê de Dewleta Tirk bikaribe bercewendiyê xwe biparêze ,lê wek ku eşkereye ku ev şer bi xwere komkujiyê tîne ji ber ku sivîl dibin armanca êrîşan lewra weke tevger helwesta me diyare ku em nabin alîgirê vê komkujiyê, Ji bo wê rêya çareseriyê siyaset û aşîtiyek rast dana meşandine û ev erka tevgera jin e û bihêzkirina şerê gel ê şoreşgeriyê”.

Rojeva civînê bi nirxandina rewşa jin hat kirin û beşdarvanan bi analîzên xwe bi giştî di derbarê rewşa jin de kirin herwiha ,pirsgirsgirêkên ku bi giştî jin di nava sîstema xebatê de di civakê de jin pêre rû bi rû tên hatin nirxandin ,di nêrînan de bandora feraseta civaka paşverû ku hîn jî li pêşiya pêşketina jinan dibe asteng lewra jin her çendî di nav her qadê de cih digre lê hîn jî bi mejî û fikrê xwe ne çalak e lerw ev wek lewazî û astengî li pêşiya pêşketina jin hate tesbîtkirin ,ji bo wê pêdiviya bi raberkirina têkoşîneke hîn bilindtir hat dîtin daku fikr û zanista bîrdoziya azadiyê bighêje her jinekê,û ji hişmendiya nêr a baviksalar xwe rizgar bike û bibe çareserî,di nêrîn pêdivî bi lêkolînên sosyolojîk li her bajarî ji bo çareserî ji êş û azarê jinan re hat dîtin herwiha ji ber rewşa şer ku li herêmê li gelek deveran ji bo perwerdeyên bîrdozî û avakirina kesayet û jinên di nav kar û xebatê  bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne .

Ji bo eşkerekirina rewşa ku jin têde dijîn di ragihandinê de jêre cih were dayîn .

Û nîqaşên di civînê de her ku çû berfirehtir û kurtirbû ji bo danîna çareseriyan wê di rojên pêş de encamnameya xwe ji ragihandinê re eşkere bike.

 

Back to top button