DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Helwesteke cidî li hember siyasetên PDK`ê nîşan bidin

Kongra Star a navçeya Tirbespiyê êrişa PDK`ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir û bang li hêzên kurdistanî kir ku li hember siyasetên PDK`ê yên li dijî xeta nîştimanî ya Kurdistanê bi awayekî cidî bisekinin.

Kongra Star a navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê têkildarî êrişa Partiya Demokrat a Kurdisanê (PDK) a li dijî gerîlayan a li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ku di encamê de 2 gerîla birîndar bûn, daxuyaniyek li pêşiya nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) da. Endama Kongra Star Nisrîn Temo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Avaşîn, Zap û Metînayê hatin silavkirin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji ber binkeftina xwe veşêre, ajanên xwe xiste dewrê û komeke çekdên PDK`ê şande ser komeke gerîla.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em piştgiriya berxwedana gerîla dikin. Bang li hêzên kurdistanî dikin ku li hember kiryarên PDK`ê yên li dijî xeta nîştimanî ya Kurdistanê, bi awayekî cidî bisekinin û helwesteke hevgirtî li hember dagirkeriyê nîşan bidin.”

Back to top button