ArşîvÇalakîNûçe

‘Fikrên Rêber Ocalan mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e’

Jinên ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, wiha gotin: "Fikrên Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên e."

Bi wesileya 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Kantona Şehba û gundên wê rêze çalakî hatin lidarxistin. Hin çalakiyên bi pêşengiya Kongreya Star a Efrînê hatin lidarxistin, di 7’ê Sibatê de li gundên Şêrewa, Til Rifet û Kantona Şehbayê hatin li dar xistin. Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Efrîn-Şehba jî beşdarî çalakiyên ku wê heta 13’ê Şibatê berdewam bike, bûn.

‘Me bi belavkirina fikrên Rêber Ocalan bersiva herî mezin da’

Jinên ku beşdarî bernameyan bûn, der barê komploya navneteweyî de ji ajansa me re axivîn. Yek ji Endamên Koordînasyona Kongra Star Lamîa Abbas, diyar kir komploya navneteweyî şermezar dike û wiha got:

“Rêber Abdullah Ocalan, 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê berxwedanek mezin nîşan dide. Dewleta Tirk di van salan de li dijî wî tecrîdek giran pêktîne. Bi armanca gel ji îdeolojiya azadiyê dûr bixe û pêkanîna pergala neteweya demokratîk asteng bike, tecrîdê didomîne. Lê me hemû polîtîkayên dewleta Tirk bi berxwedanê asteng kir. Me ji welatên komploger re jî, bi şopandin û belavkirina fikra Rêber Ocalan bersiva herî mezin da.”

Lamîa Abbas, diyar kir weke jin bi dehan salan êşa vederkirinê jiyan kirin û di hundirê malê an jî derve de mafê wan a îfadekirina nêrînên wan nîne û wiha got: “Lê piştî şoreşa jinê felsefeya me ya jiyanê guherî. Me bi saya felsefeya jiyanê yê Rêber Ocalan xwe nas kir. Me kevneşopî û edetên li ser jinan hatibûn ferzkirin, bi saya felsefeya Rêber Ocalan şikandin.”

‘Felsefeya Rêber Ocalan yekane rêya azadiyê ye’

Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk Hêvîn Reşîd jî diyar kir bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî bi pêşengiya Kongra Star li gelek gund û navçeyan civînên girseyî hatin lidarxistin û wiha got: “Divê em li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan hat pêkanîn, bi wêrekî têkoşîna xwe bilind bikin.” Hêvîn Reşîd, destnîşan kir komploya navneteweyî tenê Abdullah Ocalan hedef negirtiye û wiha got:

“Ji rejîmên hov û serwer, îradeya gelên ku hewl didin azadiya xwe qezenç bikin jî hate hedef girtin. Felsefe û fikrên Rêber Apo yekane rêya diçe azadiyê ye. Polîtîkayên rejîmên dîktator ji hatin rakirin û bi saya vê fikrê di nava gelan de demokrasî û jiyana hevbeş belav bûye.”

Hêvîn Reşîd, bi taybet CPT’yê bang li saziyên navneteweyî yên ku bi parastina mafên girtiyan re eleqeder dikin kir û xwest di çarçoveya yasayan de xebatên xwe bimeşînin û bêdengiya li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bên kişandin.

‘Armanca wan ji holê rakirina îradeya gel e’

Yek ji jinan Amîna Osman jî diyar kir armanca welatên ku komployê didomînin, ji holê rakirina îradeya gel a di pêşengtiya jinan de rabûne ye. Amîna Osman, dest nîşan kir ku fikrê Abdullah Ocalan wan ber bi azadiyê ve dibe û wiha got: “Em her roj ji hemû cîhan û rejîmên kapîtalîst re peyama emê dev ji vê fikre bernedin didin. Fikrên Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn û cîhanê mifteya çareseriya gelek pirsgirêkên e. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya civakê li ser bingeha azadiya jinê ava kir, misoger bikin.”

Amîna Osman, di serî de jinan bang li hemû pêkhateyan kir ku li derdora felsefe û nêzikatiya demokratîk ya Abdullah Ocalan bibin yek.

JINHAGENCY
JINHAGENCY
JINHAGENCY
JINHAGENCY

Back to top button