Navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Firatê û rêxistina Kongreya Star di çarçoveya rêzeçalakiyên di bin sîwana pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” komxebateke birêxistin kir. Di komxebatê de nûnerên Rêveberiya Xweser, jinên siyasetmedar, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan û rewşenbîr amede bûn.
Di komxebata ku li navenda Çand û Hûner hat lidarxistin, sê mijarên sereke ku ji parêznameya Abdullah Ocalan ya Riha hatin hilbijartin, hatin pêşkêşkirin.
Komxebatê bi deqeyek rêzgirtin, pişt re mijarên pîrozbûn û nalatbûnê hat vekirin. Piştre sînevizyonek di derbarê nirxandinên Abdullah Ocalan yên li ser rastiya jin û civakê hat tamşekirin. Paşê mijara rêgezên birdoziya rizgariya jin hat vegot.
Di dawiyê de mijarên komxebatê ji aliyê beşdarvanan ve hatin nirxandin.
Komxebat bi siloganên “Bê serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
Ji ji bo ji nêz ve naskirina naveroka mijarên ku hatibûn destgiritn, komîsyonên komxebatê nirxandinên xwe bi me re parve kirin.
Hevseroka Desteya Herêmî ya kantona Firatê Felek Yusif ku mijara pîrozbûnê şirûve kir, wiha got: “Di meha Sibatê de di kesayata Rêber Apo de komployeke li hember dîrok û mirovahiyê hat pêkanîn. Li beramberî vê rewşê û li gor bernameya me ya çalakiyên 15’ê Sibatê, komxebata ku hat li darxistin. Riha navenda dîroka cîhanê ye ku devereke di erdîngariya Mezopotamya de ye û di navbera çemên Dicle û Firatê de ye. Lewra mirov dikare Riha yê weke dergûşa mirovahiyê bigre dest. Em jî dixwazin bi riya şirovekirina nirxandinên Rêber Apo diyar bikin ku cihê mirovahiyê jê destpêkir, di dîrokê de destdirêjî lê bû û hat naletkirin. Lê îroj careke din ji Riha yê bîrdoziyeke wiha xwe da der ku jiyana îxanet lê hatiye kirin were sererastkirin. Ji bajarê Riha yê bîrdoziya jin, jiyan, edalet û wekheviyê ji bo mirovahiyê hat pêşkêşkirin ku dê li hember lanatbûnê pîrozbûn derkeve holê.”
Felek Yusif helwesta xwe ya li hember komployê bi van gotinan anî ziman: “Armanca komployê pûçkirin û tûnekirina bîrdoziya Rêber Apo bû, çawa ku rêbertî bi berxwedana xwe armanca komployê vala derxistin û têkoşiya. Armanca me jî ji komxebatê bi rengekî zanistî û kûr nirxandina bîrdoziya Rêber Apo bû, her wisa jî ji beşdarvanên ku xwe di nava vê paradîgmeyê de dibînin jî nêrîn û şirûve guhdarkirin bû. Li aliyekî din peyama me ya ji vê komxebatê ji hêzên komploger e ye, li dijî hewildanên we yên tecrîdkirina vê bîrdoziyê emê bi van rêbazan têbikoşin û ji aliyê xwe ve komployê vala derxin. Tova ku Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê çand, şîn bûye û em êdî berhemên wê jî kom dikin.”
Endama navenda Lêkolînên Jineolojî Canê Ebdo ku mijara nalatbûnê pêşkêş kir, nêrîna xwe wiha parve kir: “Li gor olan nalatbûn kesên ku ji baweriya xwe vediqetin, li aliyekî din em bi rengekî din digirin dest. Di dirêjahiya dîrokê de kesên ji bo berjewendiyên xwe jiyankiriye û tenê bi xwe fikiriye, hatine lanetkirin. Mirov lanetbûnê dikare di mijarên başî û nebaşî, ronahî û tarîtî bigre dest ku her tim şerekî du alî di navbera wan de pêk hatiye. Em dibînin ku her tim lanatbûn xwe li ser civakê ferz û pêşxistiye, ev yek jî di kesayeta Nemrûd e xûya dike. Her wisa di çîroka koma Lût ku ji aliyê xwedayê yezdan ji ber ku nirxên mirovî û exlaqî binpêkirin, hatin naletkirin. Di pergala netew-dewlet de jî, ev yek xwe di roja îro de dide der. Em dibînin li Riha yê û hawîrdora wê, hewildan tên kirin ku mirovên lanetkirî werin avakirin. Di wateya ku mirov bê çand, ziman û nasname bimînin. Em jî dixwezin bi şirûvekirin û nirxandina van mijaran re, bibin hêza sererastkiriê û ji naletbûnê re bibin bersiv. Emê bi vî rengekî rastî û heqîqeta xwe ya Kurdistanî zindî bikin û vegerînin asta pîrozbûnê.
Endama kordînesyona Kongreya Star ya kantona Firatê Macîde Hesûn ku beşa Rêgezên Bîrdoziya Rizgariya jin ku ev rêgez di 8’ê Adara 1998’an de rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî jinan kir, şirûve kir wiha got: “Rêber Apo xebatên xwe ne tenê ji bo jinên Kurd pêşkêşkir, lê belê rêgezên bîrdoziya rizgariya jin diyarî tevahî jinên cîhanê kir. Ev rêgez ji bo jinan bîrdoziyeke ku meşa azadiya ya jinan ronî û bi hêz bike. Rêgezên ku li ser 5 xalan hatine pêşxistin, welatparêzî, fikir û vîna azad, rêxistinbûn, têkoşîn, estetîk û xweşikbûn. Bê gûman di navbera ev rêgezan de girêdaneke kûr heye ku bi pêkanîna jinan ji van rêgezan re dê pirojeya azadiya jin misoger bibe. Em weke jin dikarin bi derfeta vê şoreşê re, hebûna xwe bi van rêgezan re mayînde bikin û nasnameya jina azad tacîdar bikin.”