DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Em ê bi rihê “Jin Jiyan Azadî” azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin

Kongra Star, bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyanî da û got: “Têkoşîna Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd e, ji bo hemû gelên bindest bûye îlhama berxwedanê. Bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî xurt bikin.”

Kongra Star, bi wesîleya salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Star, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê, tecrîdkirina îradeya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya hemû gelên bindest e û wiha got: “Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê veguherand qada berxwedanê ya bêdawî û kir dibistana fikrên azad, şoreşa herî mezin a zihniyet û wijdan.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hêzên emperyalîst ên cîhanê li kîjan deverê tovên azadiya gelan şîn bibin, êrişî wê derê dikin, an dixin bin desthilatdariya xwe yan jî tune dikin. Bi armanca xwemezinkirinê li hemberî hemû hêzên şoreşger û azadîxwaz xwe bi rêxistin dikin, zextên ku carna digihîjin qirkirina gelan, dimeşînin. Tevgera azadiya gelê Kurd û têkoşîna ku Rêber Apo li Kurdistanê dike jî ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd e, ji bo hemû gelên bindest bû îlhama têkoşîn û berxwedanê. Lewma Komploya 15’ê Sibatê, ji hêla hêzên emperyalîst ên cîhanê ve pêk hat û komployeke navneteweyî ye. Di cewherê xwe de teslîmgirtina îradeya azad a gelê Kurd e û tunekirina tevgera azadiyê ya gelê Kurd hedef digre. Komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi zextên li ser Rêber Apo ya ji bo derketina ji Sûriyeyê dest pê kir. Şopandinek hovane dest pê kir û Rêber Apo li Kenyayê hat dîlgirtin. Hêzên ku Komploya 15’ê Sibatê pêk anîn, heman hêzên ku Kurdistan kiribûn çar parçe û bi sedan salan e li ser gelê Kurd qirkirinan pêk tînin. Bi dîlgirtina Rêber Apo hesabên tunekirina têkoşîna wî û teslîmgirtina Tevgera Azadiyê hatin kirin. Lê Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê veguherand qada berxwedanê ya bêdawî û kir dibistana fikrên azad, şoreşa herî mezin a zihniyet û wijdanê. Li vê derê ne tenê bersiva “Çawa bijîn?” lê nexşeriya “Çawa li ber xwe bidin?” jî nîşan da. Gelê Kurd ê welatparêz, gerîlayên Tevgera Azadiyê û rêhevalên Rêber Apo, xwe kirin agir û bi berxwedaneke fedayî gotin “Hûn nikarin roja me tarî bikin!” xeleka ji agir a berxwedanê li dora Rêber Apo honandin.

‘Rêber Apo bi guhertina paradîgmayê bersiv da komplogeran’

Komplo dikeve 26 saliya xwe. Rêber Apo bi guhertina paradîgmeyê bersiv da komplo û komplogeran. Zîhniyeta sosyalîzma demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bingeh û amûrên fîkrî bi pêş xist, zihniyeta modernîteya demokratîk ku li ser hîmê neteweya demokratîk dimeşe, ava kir. Paradîgmaya neteweya demokratîk a jina azad û gelên azad bi pêş xist û teslîmiyetê red kir. Her wiha bangewaziya berxwedan û azadiyê li hemû kes û gelên şoreşger û azadîxwaz kir. Dîsa nehişt ku komplo di tarîtiyê de bimîne, her kêlî nirxandin kir û komplo bi her awayî ronî kir, her kesê li hemberî komployê şiyar kir. Lewma komployê vala derxist û nehişt ku hêzên komploger bigihîjin armanca xwe. Îro, paradîgmaya neteweya demokratîk ku xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadiya jinan, hem ji gelên bindest re hem jî ji hemû derdorên şoreşger re bû îlhama têkoşîn û berxwedanê. Ji ber vê jî dewleta tirk a faşîst her ku çû tecrîda li ser Rêber Apo kûr kir, êrişên li ser gel û gerîla giran kir, bajarên Kurdistanê dagir kirin. Dewleta ku bi salan e nikare xwe li ber îrade û berxwedana gerîlayên Kurdistanê bigre, serî li her cure tevger û êrişên terorîstî dixe. Faşîzma AKP-MHP’ê ku bi rola berdewamî û encamkirina komployê rabûye, her Kurdek azad hedef digre, bi polîtîkayên asîmîlasyonê, bi dîplomasiya herî qirêj, bi erişên hewayî û bejahî, hewl dide komployê bi ser bixe. Lê li beramberî wê têkoşîna azadiyê mezin dibe, navneteweyî dibe, xwe digihîjîne her jina ku dixwaze azad bibe, fikra neteweya demokratîk bi yekbûna gelan bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê digihîje serkeftinê.

‘Em ê têkoşîna jinên azad û gelên azad mezin bikin bi şîara “Jin Jiyan Azadî” têbikoşin’

Wek Kongra Star û rêhevalên Rêber Apo em ê têkoşîna jinên azad û gelên azad mezin bikin, bi şîara “Jin Jiyan Azadî” têbikoşin û bi regezên şerê gelê şoreşgerî li ber xwe bidin, Komploya Navneteweyî têk bibin, azadiya  fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, azadiya gelê Kurd mîsoger bikin û bibin temînata paradîgmaya neteweya demokratîk.”

Back to top button