ÇalakîNûçe

Sînevîzyonek li ser berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat pêşandan

Di salvegera 8’an a destpêkirina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, sînevîzyoneke li ser berxwedana her du taxan hat pêşandan û axaftin hatin kirin.

Bi wesîleya salvegera 8’an a destpêkirina êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, sînevîzyonek li ser berxwedana her du taxan a li hemberî êrişan hat pêşandan.

Çalakî li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên her du taxan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, şervanê YPG’ê Rênas Heleb bal kişand ser sedemên êrişê û got: “Armanca êrişan ne erdîngariya her du taxan bû, lê armanc fikrê li her du taxan bû.”

Rênas diyar kir ku bi saya pêkanîna stratejiya şerê gel ê şoreşgerî tax hatin rizgarkirin û wiha domand: “Biçûk û mezin li derdora hêzên xwe yên leşkerî kom bûn û şerê çeteyan kirin. Ruxmî kêmbûna hejmar û çekan berxwedan bi ser ketin. Îradeya ku ji fikrê Rêbertî hatiye girtin bi rizgarkirina her du taxan tacîdar bû.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir jî bi bîr xist ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hatin kirin û got: “Ev ne tesaduf e, armanc tesfiyekirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û şikandina îradeya gel bû. Lê armanc negihişt serî.”

Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed jî diyar kir ku dê her du tax li hemberî êrişan li ber xwe bidin û wiha got: “Bi rihê serkeftina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

Piştre sînevîzyonek li ser berxwedana her du taxan hat pêşandan.

Back to top button