ÇalakîNûçe

8ê Adarê bi çalakiyê kongra star berdewamin

Kongra Star li salona PYD’ê ya Kornîş bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad emê siyasetên qirkirinê,dagirkeriyê û tecrîdê têk bibin,

Bi amadebûna bi dehan şêniyên herêmê û hemû komîn, meclîs û saziyan, civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Kongra Star Hindrîn Xelîl ve hat kirin

Piştre jî ji aliyê Koordînatora Kongra Star Şîraz Hamo ve axaftinek hat kirin û got: “Roja  Jinên cîhanê xwedî dîrokek kure  û çawa ku di 21’ê Adarê de Newroza me ye ku bihara evînê û bedewiyê tê hesibandin û helbet ev roj e. Ji berxwedan û têkoşînên ku ev roj kirine sembola berxwedanê, ji ber ku xwedî rastî ye jê bêpar nîne.” Me weke heqîqeteke civakî ji vê dest pê kir û li ser vê heqîqeta civakî ya ku nirxên civakî û xwezaya jiyanê temsîl dike mezin bûn. Li hemberî hêza ku dixwaze destwerdanê bike û hewl dide van nirxan tine bike, têkoşîn û mîrasa çandî ya van civakan li Rojhilata Navîn înkar bike em hê jî wan diparêzin û ji ber vê yekê em rastî gelek  zehmetiyan tên.”

Şîraz di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ger jin azad nebe, civak jî azad nabe, helbet zilam jî ji v, bandor dibe, ji ber ku gihiştin wê baweriyê ku ger ne bihevrebûnek yekgirtî be, em ê negihêjin azadiyê û dema Em dibêjin felsefeya azadiya civakê azadiya jinê ye û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jî ev e ku divê her roj bibe roja têkoşînê û divê em bi hêza bîrdozî li dijî polîtîkayên heyî yên li dijî jinê bi hêz rawestin. Dema ku felsefeya Rêbertî dibêje hemû rê ber bi Romayê ve diçin, em dikarin bêjin hemû rê bi pergala demokratîk ber bi azadiyê ve diçin

Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hamo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “8’ê Adarê roja têkoşînê ye û em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku em ê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku her tim li ber xwe didin. Ji ber vê yekê em dibêjin, bi vîna jina azad em ê dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîda li ser Rêbertiyê bînin

Civîn bi qîrîna dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Back to top button