Di 10 Cotmeha 2023’an de pêngava azadî ji bo Rêber Abdulah Ocalan û çareseriya siyasî ji bo doza Kurd hat îlankirin. Yek ji rêzeçalakiyên pêngavê komkirina nameyan ji bo Rêber Abdulah Ocalan bû. Îro Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê komkirina nameyan bi dawî kir. Bi hezaran jinên ji kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nameyên xwe daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman.
Daxuyanî li Parka Rêber Abdulah Ocalan a taxa Nasra ji aliyê berdevka Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa ve bi zimanê Kurdî û endama rêveberiya Kongra Star Xalîde Botî ve bi zimanê Erebî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me gelek name ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan nivîsandin. Ew name bawerî, hest û daxwazên azadiya Rêber Ocalan, azadiya jinan û civakê û bilindkirina asta têkoşînê ji aliyê jinan ve hat dayîn. Di nameyan de soza bilindkirina asta berxwedanê û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Ocalan hat nûkirin. Ji ber ku vê felsefeyê jiyana jinan zindî kir û gelek guhertin bi xwe re anî. Felsefeya Rêbertî ji bo tevahî jinan çareseriya bingehîn e. Bi saya wê fesefeyê hemû pirsgirêk û şer dikarin werin çareserkirin. Ev name bi hestên jinên welatparêz û baweriya bi felsefeya Ocalan hatine nivîsandinn. Di nameyan de behsa berxwedan, îrade û hêza ku Rêbertî di kesayeta jinan de ava kiriye hatiye kirin. Rêxistinên mafên mirovan bê deng in lê îro têkoşîna jinan alternatîfa wê bêdengiyê ye û bûye dengê şoreşê û têkoşîna ber bi azadiyê ve.”