ArşîvÇalakîÇand û HûnerNûçe

Fîlmê ‘Stranên Keziya Sor’ li Qamişloyê hat pêşandan

Fîlmê muzîkal ê bi navê "Stranên Keziya Sor" ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê vedibêje, li Navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo hat pêşandan.

Fîlmê muzîkal ê bi navîşan “Stranên Keziya Sor” ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Fîlm balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Amadekariyên fîlmê 7 mehan dewam kirin.

Navê fîlmê ji kesayet û têkoşîna şehîd Sakîna Cansiz hatiye hilbijartin. Dema fîlmê muzîkal 20 deqe ye û ji tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 jin di fîlm de cih digirin. Fîlm li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.

Beriya pêşandana fîlimê rêveberiya Hîlala Zêrîn a kantona Cizîrê Rûken Mihemed bi xêrhatina mêvanan kir û piştre li ser çêkirina fîlimê axivî.

Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolaq axivî û got: “Heya niha em deyndarê Rêber Abdullah in û em vê fîlmê diyarî wî dikin.”

Di dawiyê de temaşevanan dirûşma ” Jin Jiyan Azadî” û ” Bê Serok jiyan nabe” berz kir.

Back to top button