ÇalakîNûçe

Rêze çalakiyên 8’ê Adarê li Hesekê berdewam dikin

Berdewamiya çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Hesekê ku ji aliyê platforma hevpar a çalakiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi dirûşma: Bi vîna  jina azad emê dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û Tecrîdê bînin, dewam dike.

Kongra Star serdana navendên parastinê yên li taxa Kelasê, Yekîneyên Parastina Jin û Asayîşê kir.
Hemû komîteyên Kongra Star û Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ermenî beşdarî wê bûn û dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî . bê serok jiyan nabe.”qêriyan.

Endama Rêvebir a Koordînasyona Kongra Star “Rîma Mehmûd” piştî gihiştina Navenda Parastina Cewherî, dest bi axaftinê kir û tê de behsa azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir û bal kişand ser roja 8ê Adarê, ev roja mezin û çawa piştî êş û zehmetiyan hat pîrozkirin, lê jin bi hêztir bû, ji van hemû zehmetiyan bi biryar bû, em ê li ser şop, fikir û felsefeya Rêberê xwe yê mezin bimeşin.

Şande piştre ber bi Navenda Asayîşê ve bi rê ketin û dirûşmên, “Jin jiyan azadî, bê serok jiyan nabe.” Piştî hatinê Rêvebera Kongra Star Xalîde Botî dest bi axaftinê kir û got“8’ê Adarê ye. Têkoşîna her jinê ye, 8’ê Adarê ne tenê cejn e, divê em li ber xwe bidin û soza “Em li ser şopa şehîdan bin.”kir

Şande piştre ber bi navenda Yekîneyên Parastina Jin a Tûwênê ve bi rê ket û di dema gihîştinê de ji aliyê rêvebera  Kongra Star “Rîma Mehmûd” ve axaftinek hat kirin û 8’ê Adarê li hemû jinan û Hêzên Parastina Gel û her jinên têkoşer pîroz kir.

Back to top button