ÇalakîNûçe

Dema tû bixwazî dîroka xwe nasbikî d çima mirovên kûrd ewqasî dûrî çanda xwe ketin divê em vegerin rastiya dîrokê

Bi nêzikbûna cejna adarê li kantona firatê zanîngeha xwendekarên bajarê kobanê li gûndê mezra sûfiyan hate vekirin .

Di dîrok 3,3,2024 an de zanîngeha kobanê  li gûndê mezra sûfiyan bi şahiyekê,  hate vekirin, armnca sereke ji vekirina zanîngehê kû nifşên nû li çand û nasnama xwe vegerin,bi sedan şêniyên bajarê kobanê û endamên saziyan beşdarî vê şahiyê bûn ,şahî bi  deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê rawestiyan, piştre vekirina şahiyê ji aliyê hevseroka zanîngeha kobanê hate vekirin ,herwiha ji aliyê endama koordînasyona kongra star ye herêma firarê, Peyman Eloş ve axaftinek hate kirin, Peyman wiha axaftina xwe dest pêkir û got , bi vîna jin jiyan azadî em vekirina zanîngeha kobanê di van rojên pîroz dikin di heman demê de bi boneya 8ê adarê roja jinên kedkar roja jinên azadîxwez ,roja jinên têkoşer, di destpêkê da em li Rêber Apo  pîroz dikin , li Rêhevalên jinên xwedî paradîgmaya netewa demokratîk li cangoran yên ku bi hesretên van rojan man em li wan pîroz dikin, peyman dest nîşan kir û got li şervanên azadiyê yên kû di ceperan de şer dikin û berxwedêrên li çiyayên azad heyanî nav dîwarê zindanan  û li tevahî gelên bindest û gelên azadîxwez ra em pîroz dikin ,peyman wiha di di berdewamiya axaftina got’ dema em bixwezin çanda xwe nasbikin em çima ewqasî şûnda man dive em vegerin rastiya dîrokê bi avakirina sîstemên desthilatdar sîstemên nijadparastî lêbikolin, ev tişt jî bi zanistî bi zanebûnê û mirovên zana xwendekarên zana li hember vî tiştî pêwîste ne li gor kesayetên berjewandiyan tev bigerin li gorî zanista kû tê dayîne pêşengtî bike, wê ciwan bibin xwedî rol û misyûn ji bo wê jî dive her ciwan şoreşa zanistî û  çandiniyê di kesayeta xweda bide avakirin da ku karibe rê ji pêşerojê re bide vekirin riya wekheviyê ,azadiyê bide nasîn,ku êdî her mirovek bibe xwedî zimanê xwe hebûna xwe avabike bi zimanê xwe bi nasnameya xwe ji bo wê jî dive ciwan li her derê ku lê xwedê derbikevin piştî  axaftinan , şahî bi komên stran û govendan bi dawî bû .

Back to top button