DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Em 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê

Kongra Star bi bi boneya 8’ê Adarê ji jinên cîhanê re peyamek şand û ev bang li jinan kir “Bibin yek û têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin. 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê."

Kongra Star bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyameke piştgirî û hevgirtinê da hemû rêxistinên jinan ên cîhanê.

Kongra Starê bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û di peyamê de wiha hate gotin: “Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em di serî de hemû jinên berxwedêr silav dikin. Ev roja ku jin li hemû cîhanê dadikevin qadan, encama destkeftiya tekoşîna jinan a şoreşgerî ye. Ev jî mîraseke dîrokî ye ku bi fedakariyên mezin a jinan heta roja me ya îro di têkoşîna me de zindî ye.

Di şexsê Clara Zetkîn, Rosa Luxemburg, Alexander Kollantai, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Şîrîn Elem Holî, Mîna Kişwar, Berta Caceres de em hemû jinên di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Her wiha em silavên bi rêz ji berxwedan û têkoşîna hemû çalakvan û şoreşgerên ku ji ber serhildana li dijî rejîmên stemkar û dîktator di zindanan de ne dişînin. Em 8’ê Adarê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” li hemû jinên cîhanê silav dikin.

Kongra Star bal kişand ser jinan û mafên ku bi dest xistine û wiha hat domandin: “Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku li dijî baviksalarî û modernîteya kapîtalîst berxwedan û têkoşîneke xurt çiqasî pêwîst û girîng e. Em bûne şahidê derketina şerên li ser asta herêmî û cîhanî yên ku bûne sedema sucênn şer, sûcên li dijî mirovahiyê, qirkirin, qirkirina jinan û cureyên curbecur a zordestiyê, wek mînak li Kurdistan, Filistîn, Sûriye, Sûdan, Yemen, Îran, Afganîstan, Belûcistan, Amerîkaya Latîn, Ukrayna, Mayanmar û gelek deverên din. Em jî di asta cîhanê de bi taybetî li welatên Rojava dibînin ku rastgir û faşîzmê xurt dibin. Ev şer û geşedan encama zihniyeta baviksalar, serdestiya mêr e ku di serî de li dijî jinê û têkoşîna azadiyê tê meşandin. Me ev yek careke din şehîdxistina hevrêyên me yên jin di meha borî de dît hevrêya me Zelal Zagros ku li Kerkûkê ji bo rêxistinên jinan bibîne bû, bû hedefa êrişa çekdarî ya dewleta Tirk, 2 endamên Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Şehîd Sorxwîn û Şehîd Azadî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin, di encama êrîşa balafirên keşfê a dewleta Tirk de şehîd bûn, bi bîr tînin. Her wiha şerekî taybet tê meşandin bi hewldana lawazkirina têkoşîna jinan bi rêya valakirina naveroka wan û di nava pergala serdest a kapîtalîst de were helandin. Taybet bi têgehên wekî polîtîkaya derve ya femînîst an dirûşma Jin Jiyan Azadî ji aliyê siyasetmedarên rastgir ve tê qîrîn, lê naverok, wate û koka sloganê ya rastî paşguhkirin an krîmînalîzekirin hewl didin têkoşîna jinan a salane vala derxînin.

Lê tevî hemû êrişan jî berxwedana bê westan a jinan nehat şikandin. Mîrateya berxwedanê ya bi hezaran salan didome û jin ji bo azadiya xwe û azadiya civaka xwe di refên herî pêş de têdikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku yekane hêza ku dikare neteweperestî, faşîzm, baviksalarî, kolonyalîzm û her cure zilmê têk bibe jin e. Ji ber vê yekê pêwîste em jin di stratejiyeke hevpar de bibin yek û li dijî şerê emperyalîsta global têkoşîneke azadiyê ya cîhanî bimeşînin. Divê xebatên hemû hêzên dij-sîstema û tevgerên civakî yên ku di pêşengiya jinan de pêş dikevin ji hev cuda neyin dîtin. Divê ev hêz bi hev re biherike û mîna şelaleyekê bibe hêza guhertina cihanê. Wê sedsala 21. bibe sedsala azadiya jinê û em dikarin vê yekê bi avakirina federalîzma jinan a cîhanê ya demokratîk pêk bînin, ji ber ku em bi hev re bi hêz in.”

Kongra Starê di peyama xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava jî û got: ‘’ Weke tevgera jinan a li Rojava, cihê ku me 12 sal berê şoreşa jinê da destpêkirin û heta niha jî her roj jiyan dikin û diparêzin, em vê peyamê ji hemû jinên cîhanê re yên di nava berxwedanê de ne, dişînin.

Em li cem jinên Filistînî û Cihû yên li dijî polîtîkayên qirkirin û qirkirina jin têdikoşin disekinin, li gel jinên ku li Afganîstanê li dijî Talîbanê, li dijî rejîma Şerîetê ya li Îranê, li dijî rejîma faşîst a Erdogan a li Tirkiyê, li dijî zilm û zordariya li Belûcîstanê, li dijî hêz û dewletên paşverû yên Rojhilata Navîn li ber xwe didin diseknin, em li gel jinên ku li dijî siyaseta rastgir, faşîzm û mêtingeriyê di dilê kapîtalîzmê de têdikoşin disekinin.

Kongra Star banga mezinkirina têkoşînê kir û peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em hemû jinên li çiya, li kolanan, li kargehan, li her qadê li ber xwe didin û her cihî bi rengê azadiyê dixemlînin silav dikin. Em bang dikin ku bibin yek û têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin û 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê. Jin Jiyan Azadî.”

Back to top button