ÇalakîNûçe

Meşa 8’ê Adarê ya li Amûdê: Birêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye

Şêniyên navçeya Amûdê ji bo Roja Jinan a Cîhanê meşek li dar xist. Jinan diyar kir “Birêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye.”

Bi boneya nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star li navçeya Amûdê meşek organîze kir. Şêniyên ji Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li meşê bûn.

Meş ê ji Qada Şehîd Cîhad a navenda navçeyê heta Qada Jina Azad dewam kir.

Alên Kongra Star, wêneyên cîgira Hevserokatiya Meclisa Qamişloyê şehîd Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) û hevseroka Meclisa Qamişloyê şehîd Yusra Derwêş, şehîdên Komkujiya Helincê û pankartên bi nivîsên “Birêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye” û “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hatin rakirin.

Jinan sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana YPJ`ê” berz kirin.

Li Qada Jina Azad li ser navê Kongra Star berdevka Rêveberiya Dibistanan a Amûdê Hena Xalid axivî û diyar kir ku jin ji gelek mafên xwe ji ber nêzîkatiyên bi zîhniyeta baviksalar mehrûm man.

Hena Xalid bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha got: “Armanca wan jî têkbirina têkoşîna jinan e, Kongra Star bi îdeolojiya azadiya jinan xwe bi rêxsitin dike, encamên xebatên wê jî di nava Şoreşa Rojava de derdikevin û vîna jinan pê xurt dibe.”

Meş bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Back to top button