Li kantona firatê şahiya 8 adarê bi girseyî li şêniyên kantona firatê hate pîrozkirin ,şêniyên kantona firatê li ber morga şehîdan meşeke girseyî bi boneya roja 8ê adarê roja jinên kedkar yên cîhanê hate li darxistin kesên kû beşdarî vê meşê bûn di destên wande alên kongra star wêneyên Rêberetî û fîlêksên ku diruşmeya BIVÎNA JIN JIYAN AZADÎ EMÊ SIYASETÊN QIRKIRIN Û,DAGIRKERÎ Û TECRÎDÊ TêK BIBIN , JIN JIYAN AZADÎ, hatibû nivîsandin ,ji hemî sazî û dezgehên rêveberiya xweser û rêxistinên jin beşdarî meşê bûn ,her wiha bi diruşmeyên jin jiyan azadî bê serok jiyan nabe meşiyan heyanî kû gihitin cihê şahiyê piştî kû şênî gihiştin cihê şahiyê deqeyek rêzgirtin jibo bîranîna cangoriyên azadiyê sekinîn û piştre jî 8 adarê li zarokên şehîdan li xweşkû birayên şaehîdan û li tevahî xelkên kûrdistanê hate pîrozkirin ,piştî wê jî nameya Rêbertî ji kesên kû beşdarî şahiyê bibûn re hate guhdarkirin kû têde Rêbertî behsa jinê dinava civakê de dike û bi siloganên bêjî serok APO jin jiyana azadî her wiha piştre jî axaftinek ji aliyê Koordînasyona kongra star Zozan bekir ve hate kirin Zozanê wiha axaftina xwe dest pêkir û got , silav û rêz ji vî bajarê pîroz bajarê kû jinan serî li hemberî dagirkeriyê taritiyê bindestiyê koletiyê rakirine û şoreş bi navê jinan li vir binav kiriye û diyarî tevhî jinên dûnyayê kirî silav bi kelecana dilê we kû îroj hun li van deran kombûne bi hastên jinên azad bi hastên jinên tekoşer bi hestên jinên kû niha di zindanade li berxwe didin jinên ku niha li çiyayên azad têkoşînê bi me didin meşandin da ku em niha bi aramî bi ser bilindî bi serfirazî jiynê temam bikin têkoşînê didin meşandin silav ji vir heyanî îmraliyê
piştî axaftina Zozan Bekir jî axaftinek ji aliyê Rêverberiya saziya malbatên şehîdan ji aliyê Eyişê Efendî ve hate kirin diheman demê de jî piştî axaftina Eyşê jî ji aliyê koma vejîn stran hatin pêşkêş kirin her wiha piştî wan jî diyarî ji aliyê kongra star ya kontona kobanê ji saziyên malbatên şehîdan re wêneyên Rêbertî hatin pêşkêşkirin her wiha piştî wê stran ji aliyê mêvanên ji şehbayê hatibûn hate gotin û piştî wê jî şahî bi şanoyekê hate bi dawî kirin .