ÇalakîNûçe

Ji 8’ê Adara Şehbayê: Şoreşa jinan dê bigihêje hedefa xwe

Di çalakiya 8’ê Adarê ya li Şehbayê de peyama “Şoreşa jinan bi hêz, serhildan û îradeya jinan dê bigihêje armanca xwe” hate dayîn.

Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hat pîrozkirin. Bi hezaran jinên ji Efrîn û Şehbayê ku cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirine, beşdarî çalakiyê bûne.

Çalakiyê bi meşekê dest pê kir û li qada navçeyê bernameya pîrozbahiyê dom kir. Li vir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Şaziye Îbrahim axivî û got: “Dema em dibêjin roja jinan û li jinên kedkar pîroz be, em behsa bi sedan jinên têkoşer ên li hemberî zilmê serî hildane, dikin. Em behsa jinên di fabrîqeyan de hatine şewitandin dikin. Di dîroka Kurdistanê de jî tê dîtin ku jinan her tim li hemberî zilmê serî hildaye.”

Endama Kongra Star Rîhan Elo jî wiha axivî: “Em jinên ku Rêbertî li ser wan gotiye ku şoreşa jinan şoreşa hezaran kesan e, ji bo wê şoreşa jinan bi hêz û serhildan û îradeya jinan dê bigihêje armanca xwe.”

Di çalakiyê de peyama 8’ê Adarê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û Yekîneya Parastina Jin (YPJ) hate xwendin. Di peyamê de 8’ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Efrînê û tevahiya jinên cîhanê hat pîrozkirin û şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.

Di peyamê de hat bibîrxistin ku hişmendiya baviksalarî bi hezaran salan e li dijî jinan zordariyê dimeşîne û nasnameya wê tûne dihesibîne. Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan zincîrên koledariyê hatine şikandin û li cîhanê hêviya azadiyê hatiye belavkirin û wiha hat gotin: “Xeta Besêyan, Zarîfeyan, Leyla Qasiman di şoreşa me ya jinê de ji Zîlan heta Berîtanan, ji Sariyayan heta Nûrşîn, Avesta, Barîn, Sorxîn, Azadî, Jiyan, Çîçek û Jîna Emînî bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî zincîra koletiyê şikandiye. Emê ji 8’ê Adarê heta Newroz û 4’ê Nîsanê bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî tecrîdê bikişînin, serkeftinê tacidar bikin.”

Back to top button