ÇalakîNûçe

Di çalakiyên Dirêcîkê ya navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê de de banga parastina destkeftiyên jinan

Di çalakiya Qamişloyê de banga parastina destkeftiyên şoreşa jinan hat kirin.

Çalakiya 8’ê Adarê ya li Sed Xerbî ya Hesekê bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajar û navçeya Qamişlo. Bi hezaran jinan bi cilên xwe yên neteweyî û bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” beşdarî çalakiyê bûne.

Di çalakiya li gundê Dirêcîkê ya navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê de jî berdevka Kongra Star Rîhan Loqo 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: “Siyasetên qirkirinê yên li hemberî jinan hîna dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker rojane sûcan li dijî jinan dike, ev jî berdewama şerê qirkirinê yê li dijî gelê herêmê ye.”

Rîhan Loqo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha pê de çû: “Me bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke azad ava kir, me cihê xwe di navendên biryarê de girtiye. Erka me ye em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşînê mezin bikin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Oso jî bal kişand ser yekitiya jinên tevahî pêkhateyan û got: “Kombûna me ya li qada çalakiya 8’ê Adarê îsbat dike ku em li hember tevahî cureyên tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê yek in.”

Viviyan Oso îşaret pê kir ku dewletên îdiaya demokrasî, azadî û parastina mafên jinan dikin di qetilkirina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin.

 pîrozbahî bi stranên hunerî û çandî bi dawî bû.

 

Back to top button