ÇalakîNûçe

8’ê Adarê li Denîmarkayê hate pîrozkirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Denîmarkayê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma ‘Jin Jîyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve’ li Denîmarkayê bi beşdariya bi sedan  jinan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan ,di herdu şahiyan de endamên rêveber ya kongra star Rojîn remo,Şirîn efrîn peyamên pîrozbahiyê hate pêşkêşkirin. Di peyaman de qala girîngiya bîrdoziya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.Pîrozbahî li tevahî jinan di bin silogana ,Bi vîna jina azad emê siyaseta Qirkirin,Dagirkerî û Tecrîdê têk bibinjin jiyan azadî li jinên kurd û tevahî jinên cihanê hat porozkirin bi dilanan

Di pîrozbahiyê de hunermend Riava Efrin bi stran û muzêkê şahî geşkirin û beşdarvanan govend li ber gerandin bi duruşmeyên azadiyê şahî bi dawî bû.

Back to top button