DaxuyanîNûçe

Kongra Star şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn

Meclisa Kongra Star şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û ev bang kir: " Ger Kurd hevsengiya xwe neparêzin û hişmendiya xwe ya azad nekin yek, wê bi dehan komkujî berdewam bin."

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera 36’ mîn a komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn û hate gotin: ” Komkujiya Helebece komkujiya li dijî mafên mirovahiyê ye. Binpêkirina nasname û mafê gelekî ku hejmara wî 50 miliyon derbas kiriye . Hêzên desthilatdar û sewer ku armanca wan a sereke ew bû ku Kurdan qir bikin, napalma ku bikaranîn jî ne tenê xweza, giha, keskahî şewitand, di heman demê hestiyên zarok, yextiyar, dayik û ajalan jî şewitand. Dîrokê şahidiya vê rastiyê kiriye ku Kurdan li hemberî van komkujiyan dest ji nasname, doza, azadî û şoreşa ku mirovan diparêze berneda.”

Di daxuyaniyê de polîtîkaya rejîma Iraqê û dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin: “Polîtîkayên dewletên dagirker ên li ser Kurdan bi alîkariya planên navneteweyî tên kirin. Bi van planan dixwain vîna Kurdan lawaz bikin, nasnem û hebûna Kurdan ji holê rakirin. “

Di daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan hate kirin û ev bêdengiya wekî tevkariya di komkujiyan de hat nirxandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Li ber çavê cîhanê li Kurdistanê netewe, ol, çand û nasnema ye hati perçekirin. Niha jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriyê de ne û li ber çevên her kesî kiriyarên dermirovî tên kirin. Ev dide nîşandan ku hişmendiya desthilatdar bi israr e di polîtîkayên xwe yên qirkirin û komkujî de berdewam bike. Lawra ger em bixwazin di vê rojê encamên dîrokî derxînin, pêwîstiya gelê Kurd ji av û hawayê bêhtir bi yekitiyê heye. Ger Kurd hevsengiya xwe neparêzin û hişmendiya xwe ya azad nekin yek, wê bi dehan komkujî berdewam bin.

Careke din em şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê erka ku dikeve ser milên me bi cih bînin û li dijî dijminên qirker û kujer têbikoşin.” 

Back to top button