DaxuyanîNûçe

Li Helebê 105 hezar  û 675 îmze hatin komkirin

Li Helebê di çarçoveya kampanyaya  komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, 105 hezar û 675 îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 9`ê Sibatê  kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Îmzeyên dê werin komkirin dê ji ji Konseya Yekitiya Eworpayê re werin şandin.

Komîteyên ku îmzeyan li Helebê kom kirin, bi daxuyaniyekê encama kampanyayê aşkera kir. Daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên sivîl û partiyan li parka Efrîn a li taxa Eşrefiye hat dayîn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Dmeokratîk (PYD) Meyada Erebo bi zimanê erebî û hevserokê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Menan Cafer bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek çalakî hatin lidarxistin û gel her tim li qadan e.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, kampanyaya komkirina îmzeyan hate destpêkirin. Hate diyarkirin ku kampanya  daxwaza gelên azadîxwaz e û gelek partî, sazî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li wê bûn.

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku encamên hemleyê dê ji Konseya Yekitiya Ewropayê re bê şandin.

Di daxuyaniyê de, di serî de CPT`yê bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li gorî pîvan û qanûnên xwe tev bigere û rastiyan aşkera bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Divê em bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin. Armanca me ne tenê ku em agahiyan ji Rêberê xwe bigirin, lê belê divê em azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin. Ji ber wê ne tenê Kurd, di heman demê de pêkhateyên cuda yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye tev li kampanyayê bûn û imzeya xwe dan. Di vê çarçoveyê de me 105 hezar û 675 îmze kom kirin. Em dikarin bêjin ku em gihaştin armanca hemleya xwe ya ku me jê re plankiribû.”

Back to top button