ÇalakîNûçe

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan100 darên fêkî çandin

Bi beşdari gelek zarokan li Qamişlo 100 şitlên darên fêkî û gul hatin çandin.

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya bernameya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, li gundê Şidê yê girêdayî Qamişlo 100 şitlên darên fêkî û gul çandin.

Endama Rêveberiya Rêxistina Stêrk Julya Xelo destnîşan kir ku bi minasebeta 4’ê Nîsanê ew dixwazin hezkirina zarokan a ji bo xwezayê zêde bibe û bernameya wan jî bi vê armancê ye.

Julya diyar kir ku wê sibe (1 Nîsan) jî zarokên malbatên girêdayî komînên Şehîd Mazlûm, Şehîd Demhat û Şehîd Seydo yên li bajarê Qamişlo 100 daran biçînin.

Back to top button