DaxuyanîNûçe

Kongra Star:Azadiya Jinan Bi Azadiya Rêber Ocalan re Misoger Dibe

Meclîsa Kongra Star bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ya pîrozkirinê perve kir û got: “Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye. Ji bo hemû jin xwedî li Rêberetî derbikevinn em banga piştevanî û yekitiyê dikin.”

Meclîsa Kongra Star bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand.

Meclîsê di peyamê de diyar kir ku felsefeya Abdullah Ocalan gel li hev kom kirin, ji ber wê dewletên komploger beriya 25 salan bi komployeke qirêj bi destê dewleta Tirk dîl girt û tecrîdeke giran lê ferz dike û 3 sal in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Meclîsa Kongra Star destnîşan kir ku tevî di vî warî de doz li dijî dewleta Tirk hatin vekirin, lê tev hatin redkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Uslûba dan û standina dewleta Tirk a dagirker bi Rêber Abdullah Ocalan re, kiryarên dermirovî û exlaqî ne. Ruxmî wan kiryaran jî, lê dîsa jî nekarî gel ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe. Berovajî wê, îro ew bûye rêberekî cîhanî û çirûska çareserkirina pirsgirêkên li cîhanê. Ji bo wê 9’ê Cotmeha 2023’yan pêngavek li 74 navendan li seranserî cîhanê bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate ragihandin. Wek aliyên civakî, siyasî, çandî û alîgirên azadiyê em jî tevlî vê pêngavê bûn. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan hevalê jinan e û ji bo rizgarkirina wê ji koletiyê û çewisandinê, têkoşiya. Lewma em xwedî li doza wî derdikevin û ji bo azadiya wî em çalakiyan lidar dixin. Ji bo hemû jin xwedî li Rêberetî derbikevin em banga piştevanî û yekitiyê li jinan dikin. Em bang li jinan dikin ku bibin yek û piştgiriya doza Rêbertî bikin, ji ber ku Azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê ye.”

Back to top button