ÇalakîNûçe

Li Şehba -Efrînê çalakiyên 4ˊê Nîsanê

Li Şehba bi boneya 4ˊê Nîsanê şahî û çalakî hatin lidarxistin.

Li kantona Efrîn û Şehbayê Kongra Star li kampa Serdem bi boneya 4ˊê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya sedan koçberên Efrîn, şêniyên Şehba, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî şahiyek li dar xist.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hate xemilandin.

Di şahiyê de endama Kongra Star Gulê Mihemed axivî û destnîşan kir ku meha Nîsanê destpêka vejîna jiyanê ye û di vê rojê de Rêber Abdullah Ocalan ji dayik bû ku parastina hebûna Kurdan bike.

Gulê Mihemed bang li rêxistinên mafên mirovan ên li cîhanê kir ku destwerdanê bikin, da ku dawî li tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bînin.

Di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de jî ciwanek Efrînî soza tevlêbûna nava refên şoreşê da.

Piştre komên helbest û stranan hunera xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

Back to top button