Civak û çand

Ronya ya ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin serpêhatiya xwe parve dike

Ronya ku di 14 saliya xwe de neçar ma ji zilamekî ku bi 18 salan jê mezintir e re bizewice û rastî êşkenceyê hat, her wiha pişît ji çeteyan hat rizgarkirin kêfxweşiya xwe ya bi zimanê dayikê anî ziman û hêvî kir ku di demeke nêz de bigihîne malbata xwe.

Hêzên Sûriya Demokratîk di destpêka sala borî de, çeteyên DAIŞ`ê li cihê wan ê herî dawî li Baxozê tune kir. Di çarçoveya lêgerîna li êzidiyên ku ji Şengalê hatin revandin de, 236 zarokên û jinên ku li gel malbatên çeteyan bûn, hatin rizgarkirin.

Rêveberiya Kampa Holê di 25`ê Nîsanê de piştî ku keça Êzidî Ronya Feysel hat rizgarkirin, radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir.

Ronya Feysel (16) ku li kampa Holê di beşa zarok û jinên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî de li gel malbateke Rûsî dima, hat dîtin.

Ronya Feysel ji ANHA`yê re wiha got: “Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, ez û dayika xwe û xwişk û birayên xwe birin bajarê Mûsilê û piştre Tilefirê, piştre jî em firotin Sûriyê û dayika min firotin zilamekî din û em ji hev veqetandin”.

Ronya pir hewl da ku bi zimanê dayikê biaxive, lê belê tenê karîbû çend peyvan bi Kurdî bêje. Ji ber ku Ronya li gel malbateke Rûsî dima, bi her du zimanên Erebî û Rûsî baş diaxive. Ronya li ser wê yekê wiha dibêje: “Dema ez li gel çeteyan bûm, ez li gel malbata Um Talib dimam. Ew jin esil Rûsî bû, lewra ez baş bi zimanê Rûsî diaxivim. Ez li gelek cihên ku DAIŞ lê heye geiryam wekî Reqa, Meyadîn, Baxoz û cihê herî dawî jî kampa Holê bû “.

BI RÊYA ÎNTERNÊTÊ BI XALÊ XWE RE AXIVÎ

Piştî derbasbûna salekê, Ronya nikarîbû ji çadira xwe derkeve û ji kesî re bêje ku ew Êzidî ye, ji ber ku malbata Rûsî ya ku Ronya li gel wan dima ew tirsandin û gotin dê malbata te, wê bikujin.

Ronay Feysel ku di bin gefan de bû îslam û di temenê 14 saliyê de bi zilamekî ku bi 18 salan jê mezintir e re zewicî, wiha dibêje: “Min nedixwest ez di wê temenî de bizewicin, lê belê ez bi darê zorê zewicandin”.

Ronya destnîşan kir ku piştî înternet peyda kir, bi rêya facebookê bi xalê xwe re axivî û wî jimara telefonê ya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê da Ronya. Ronya wiha axaftina xwe dewam kir: “Min hejmara telefona wan kir da ku min ji kampê derxin û vegerim gel malbata xwe li Şengalê”.

JI BER METIRSIYA ÊŞKENCEYÊ NIKARÎN BIREVIN

Ronay axaftina xwe wiha dewam kir: “Min û keçên Êzidî hev didîtin, lê belê ji ber tirsa çeteyan me qet behsa revê nedikir. Çeteyan kesên bi Kurdî diaxivîn dikuşt an jî êşkence dikirin û digotin ew kafir in û tu ol ji bilî Îslamiyetê tune ne”.

Dema ku Ronya li gel çeteyên DAIŞ`ê bû gelek zehemtî dît, bi taybetî dema ku ji dayik û xwişkên xwe veqetî. Ronay wiha behsa wê yekê dike : “Dema herî zehmet ku min li gel çeteyên DAIŞ`ê derbas kiriye, dema ku ez ji dayika xwe dûr ketim bû. Ez dixwazim di demeke nêz de herim cem malbata xwe û jiyaneke dûrî topbaran û tirsê bijîm”.

Endamê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Mehmûd Memî diyar kir ku derengmayîna dîtin an rizgarkirina kesên ji aliyê çeteyên li kampa Holê ve hatine revandin, gefa malbatên çeteyan in û belavkirina nûçeyên derewîn ku heke ji kampê derkevin dê malbatên wan, wan bikujin ji ber ku bûne misilman.

Mehmûd Memî wiha got: “Gelek saet derbas bûn heta ku me karibû Ronya ji kampa Holê derxist. Niha Ronya li Mala Êzidiyan e û dê di dema pêş de bişînin gel malbata wê li Şengalê”.

Back to top button